'Ji temenê 12 salî de fêrî êşan bûm' 2020-05-11 09:10:00   Sozda Oremar   ŞEHBA - Dema ku mijar bû jin ji ber zihniyeta zayendperestî êşkişandina jinê tê hizira mirovan Fatma Husên ya 45 salî ku qala jiyana xwe dike yek ji wan jinan e ku ji destê mêrê desthiladar êşên mezin jiyaye. Fatma ji pêkhateya tirkmen e û dibêje: "Êşa jinê, çi tirkman, kurd, ereb, mesîhî, ermen  û arnawût ferq nake, ji ber êşên hemûyan yek e."   Fatma Husên  45 salî û xwedîyê 5 zaroka ye, zarokek wê tevlî karwanên pakrewanan bûye, 2 zarok jê dûr in û 2 jî li gel wê dijîn. Fatma bi xwe ji Şehbayê ye û li wir dijî. Fatma ji pêkhateya tirkmen e û serpêhatiya jiyana xwe ji me re parve kir.   'Nexwendina min bûye kulek di dilê min de'   Fatma di destpêka axaftina xwe de wiha behsa ciwantiya xwe kir: "Ez dema 12 salî bûm, bavê min zewaca duyemîn kir û min bi jinbava xwe re 9 sal derbas kir. Ez di 21 salîya xwe de zewicîm heya wê demê min xwişk û birayên xwe xwedî dikir. Xwendin û nivîsandina min tune ye ji ber ku digotin şerm e keç biçin dibistanê, xeyala min ya herî mezin bû ez biçim dibistanê, lê belê nehiştin, ji ber ku cehalet gelek pêş de bû bi çavekî pir paşketî li jinê mêze dikirin û digotin 'Ma keç bixwînin wê bibin çi'. Nexwendina min bûye kulek di dilê min de, niha 2 zarokên min li gel min in û ji bo ku wek min nebin ez didim xwendin. Bila zarokên min bixwînin bibin zane,  çavên wan ji pêşketinê re vekirî bin û di nava cehaletê de nejîn."   Dema qala xwe dikir, gotin di qirikê de man   Fatma di domandina axaftina xwe de behsa keça xwe ya di 14 salî de hatiye zewicandin dike û wiha pê de çû: "5 zarokên min çêbûn, piştî 17 salan hevjînê min jinek dîtir anî. Sê salan min di malek cuda de jiyana xwe derbas kir, lê min demên gelek bi zehmet derbas kir. Keça min 14 salî bû û me ji xwendinê kir û hate zewicandin." Fatma dema qala bûyera keça xwe kir, keserek ji kûr dikişand û demekê sekînî û êşên ku jiyaye anî li ber çavê xwe û wiha axaftina xwe dom kir: "Keça min pir biçûk bû dixwend , lê belê hate zewicandin, niha ne li gel min e pir dûr e."     'Heta dawiyê ez şopdara rêya wî me'   Fatma behsa kurê xwe kir û diyar kir ku kurê wê yê mezin di dema şerê Efrînê de tevlî  hêzên YPG'ê dibe û paşê ji bo axa xwe digihêje şehadetê û wiha dewam kir: "Kurê min ji bo welatê xwe tevlî hêzên YPG'ê bû, paşê ji bo ku axa wî neyê dagirkirin gihîşt şehadetê. Ez jî li ser rêça wî dimeşim û gelek hevalên wî hene ez ji wan hemûyan gelek hez dikim. Ez ji bo kurê xwe li saziya Malbatên Şehîdan kar dikim. Ez niha li kêleka malbatên şehîdan disekinim û êşa wan parve dikim, ji ber ku min jî ev êş jiya. Ez ê heta dawiyê şopdarê rêça kurê xwe bim."    'Em xwe ji nû ve diafirînin'   Fatma balkişand ser jiyana wekhev û wiha got: "Di navbera pêkhateyên ereb, kurd û tirkmen de cudahî tune ye. Jin beriya şoreşê her di mal de bû û biryarek wê tûne bû, lê belê piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek guhertin çêbûn. Niha hemû jin civakê bi rê ve dibin û pirsgirêkên heyî bi rêya perwerdeyên ku dîtiye çareser dikin. Xwesteka min ew e ku hemû jinên cîhanê xwe ji desthilatdariyê xelas bikin û ferqa rastiya xwe bin. Em niha fêr bûn ku em jî mirov in, ji ber civakê me wiha kiribû ku em bêqîmet û bê nirx in, em weke ku ne mirov in, em weke makîneyek di destê mêr de bûn. Niha jî em bi xwe civaka xwe bi rê ve dibin. Em xwe ji nû ve diafirînin."   'Heta mirov ji xewa 5 hezar salî şiyar nebe, wê serkeftin jî mîsoger nebe'   Fatma banga jinên tirkmen kir û wiha domand: "Xwesteka min ew e ku jinên tirkmen jî ji xewa giran rabin û bikevin ferqê ku ew jî mirov in. Berê qiymeta jinan nînbû, lê niha qedir û qiymeta jinê gelek e. Banga min ji jinên tirkmen re heye ku xwe pêş bixînin û xwe bi xwe bi rê ve bibin. Bila girîngiyê bidin xwe, ji xwe jin dema girîngiyê bide xwe derdor jî girîngiyê didin wê û heta mirov ji xewa 5 hezar salî şiyar nebe, wê serkeftin jî mîsoger nebe."   'Heta ku yekîtî nebe em nikarin bi ser kevin'   Fatma destnîşan kir ku hemû jin bibin yek wê jin neyên qetilkirin û wiha pê de çû: "Heta jin xwe pêş nexînin wê li bazaran bên firotin. Îro li hemû cîhanê jin tên qetilkirin, ger em yekîtiya jinan ava bikin wê qetlîam jî bên sekinandin. Em hemû jin êşa wek hev dijîn, ger em li gel hev bin û hevdû hîs bikin wê demê wê jin xilas bibin. Beriya wê desthilatdar wiha kiribû ku jinan ji hevdu hez nedikirin û bi hêsanî li ser hev hewî diçûn. Ger hezkirin û hîs kirin hebe wê pirskirêkên ku em dijîn ji holê rabe. Niha pirsgirêka du jinî çareser bûye, hêviya me ew e ku em di nava civakê xwe de tiştên wiha ji holê rabikin. Em jin dikarin bi îradeya xwe hêzên mezin di nava civakê de ava bikin."   'Çavkaniya jiyana min felsefeya Rêber Apo ye'   Fatma behsa felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha dewam kir: "Ez hêza herî mezin ji fikir û felsefeya Rêber Apo digirim. Hêza ku min ji Rêber Apo girtiye bi peyvan nikarim bînim ziman ji ber hêza ku min veşartiye min derxist pêş. Beriya ku ez fikrê Rêber Apo nas bikim wek darekî zuha bûm. Paşê jinek ji Rêber Apo re dibêje: 'Serokê min ez bûme darek zuha' Serokatî jî jê re dibêje: 'Ne pirsgirêk e em ê wê darê av bidin û şîn bikin.' Bi rastî jî vaye bi fikir û felsefeya Rêber Apo ev darên zuha şîn bûn. Ez niha jinek bi hêz im û kurek min jî şehîd bû. Ez banga hemû jinên cîhanê dikim bila bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde bikin. Ji ber bi fikra Serok Apo mirov xwe nas dike û vedigerê cewherê xwe. Ez wek jin jî her li pêş xwe mêze dikim, ji ber ku li pêşiya min felsefeya Rêber Apo heye, li paş min jî cehaleta ku em tê de fetisîbûn hebû."   'Jinên Şehbayê xwedî li nirxên xwe derkevin'   Fatma herî dawî bang li jinên Şehbayê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Banga min ji hemû jinên Şehbayê heye ku em hemû bibin yek dest û li hember hemû zor û zehmetiyan têbikoşin û serkeftinê bi dest bixin."