‘Pergala axa û began gundê Mezra Sofiya parçe kir’ 2020-05-11 09:07:00   Dîcle Demhat   KOBANÊ- Şêniyên gundê Mezra Sofiyan ji ber pergala axatiyê ji gundê xwe koçber bûne û li şûna wê gundê Mezra Sofiyan ya jêrîn ji xwe re ava kirin. Derbarê dîroka gund de dayika bi navê Edûlê Mişo wiha got: “Em gundekî  civakî ne û me sîstema axatiyê tu carî nepejirand, ji ber sîstema axa sîstema dewletgeriye û ev yek bû sedema ku cara yekem em ji gundê  xwe bên koçkirin.”   Di Rojhilata Navîn de pir gund û mezrayên kurdan ku bi destê dewletan yan jî bi destên beg û axayan hatine talankirin û tunekirin. Mezra Sofiyan jî ya ku dikeve Başurê bajarê Kobanê navê xwe ji kesên oldar û xwedî bawerî digire, ji ber ku mezrayên wê pir in navê wê dibe Mezra Sofiyan. Gund  bi piraniya çandinî û dewlemendiyê vê tê nasîn. Beriya sed salan dema ku gund tê avakirin  çar birayan  ji bo îbadetxanê bi keviran cih lê dikin.  Demeke dirêj her çar birayan jiyanek wekhev bi hev re dijîyan. Piştî demekê malbateke bi navê mala Misikan tê di Mezra Sofiyan de bi cih dibe û pergala axa li gund dide meşandin. Paşê ji di nav gelê resen yê gund û mala Misikan de pevçûn çedibe. Axa niştecihên gund ê resen ji gund derdixe.     Derbarê dîroka gundê Mezra Sofiyan de, dayika bi navê Edûlê Mişo ya 80’ê salî ji ajansa me re dîroka gund pênase kir.   ‘Her demekê  şêniyên gund ji  aliyê dewlet û axayan ve dihat koçberkirin’   Edûlê dîroka  gundê Mezra Sofiyan şîrove  kir û wiha got: “Ez ji bajarê Kobanê me di 14’ê saliya xwe de ez hatim mezraya jorîn. Gundê Mezra Sofiya jêrîn temenê xwe 100 sale hatiye avakirin. Di dema Fransa û Osmaniya de ev gund hebû û hemû yek malbat bûn.  Di gund de axa yan jî beg tune bûn, piştre malbata misikan destûra gund digire û malê xwe di gundê Mezra Sofiyan de ava dike. Her çiqas sê birayan destûr nedan jî ku li gund cihê xwe ava bikin, bi biryara birayê çaran, malbata misikan di gund de bi cih dibin. Paşê jî axayê misikan Şewket desthilatdariya xwe ser gund da meşandin. Şewket axa di nav leşkerên Fransa de cihê xwe digirt. Heta demekê niştecihên gund û Misikan bi hev re dijîn û piştre jî Şewket axa niştecihên gundê Mezra Sofiyan ji gund derxistin. Gundî kîlometreyekê ji gund dûr dikevin û li wir bi cih dibin û disa navê gundê xwe yê nû Mezra Sofiyan, lê dikin. Piştî gundiyên Mezra Sofiyan ji gundê xwe derdikevin Şewket axa navê gund diguhere û navê gund dike mezra Şewket. Piştî ku Fransa û Osmanî ji Sûriyeyê derdikevin Rejima BAAS'ê navê herdû gunda dike Mezra Sofiya jêrîn û Mezra Sofiya ya jorîn. Niha  bi gund Mezra Sofiya jêrîn û jorîn tê naskirin.”   ‘Bi pergala Rêveberiya Xweser e bandora axaya li ser gel tune ye’   Edûlê di berdewamiya axaftina xwe de got ku şêniyên gund pergala axa nedipejirandin û wiha domand: “Dema em ji gund derketin  navbera me û mala Misikan  de rewş ne baş bû. Niştecihên Mezra sofiyan sistema Axa tû car qebûl nekirin, ji bo wê yekê jî hertim di nav gund de pevçûn hebû. Dema kuştin ket navbera misikan û şêniyên Mezra Sofiyan de gund bû du beş. Heta demek dirêj gundî nediçûn gel hev, piştî sal derbas bûn û herdu gundan li hev kirin, serlêdana gel bi hev re çêbû. Heta niha jî gundê Mezra Sofiyan ya jorîn sîstema axatiyê napejirîne. Piştî rejima BAAS'ê, sistema Rêveberiya Xweser hate ragahandin,  di tevahî gundan de komîn, meclis û komîngeh hatin avakirin. Ji wê demê û şûnde bandora pergala axa nema, çawan beriya pergala axayan wekhevî di nava gund de hebû, niha jî bi damezrandina pergala Rêveberiya Xweser re ava bû, gund vegeriyan wekheviya berê.”   ‘Em ê her tim dîroka xwe bidin jiyîn’   Edûlê di dawiya axaftina xwe de got  ku wê her tim xwedî  li dîroka xwe derbikevin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Gundê me gundekî welatparêz e û xwedî şehîd in, zarokê me ji bo axa welatê xwe canê xwe feda kirin.  Ji bo we jî em ê her tim li ser rêya zarokên xwe bimeşin. Gundê me xwedî dewlemendiyekê ye, em debara jiyana  xwe bi çandinî, xwedîkirina sewalan û baxçeyê darên fisteq, zeytûn û hwd dikin û bi jiyanê re din ava kêfxweşiyê de ne.”