Xuşka girtiya nexweş: Girtiyên nexweş serbest berdin 2020-05-11 09:02:00     ÊLIH - Songul Bagatir 27 salin di girtîgehê de ye û 36 sal hikum xwariye. Xuşka Songul Leyla Bagatir bal kişand ser tendirustiya xuşka xwe û wiha got: “Demek dirêje Songul di girtîgehê de ye û ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê nexweş ketiye. Pêwîste bi lezgînî xuşka min jî di nav de hemû  girtiyên nexweş serbest bên berdan û di qanûna darazê de wekhevî bê pêkanîn.”   Şewba Koronoyê ya ku bi lezek mezin li  cîhanê belav dibe gefê li jiyana civakan û bi taybet jî li jiyana girtiyan dixwe. Li Tirkiyê 355 girtîgeh û 300 hezar girtiyên hikum xwar hene. Li rexa vê jÎ bi qasî 150 hezar xebatkarên girtîgehan hene. Ji van girtiyan Jî herî zêde yên ku nexweşiyên wan hene jiyana wan di nava metirsiyê de ye. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya 2019’an bi giştî  1334 girtiyên nexweş li girtîgehan hene û rewşa tendirustiya 458 girtiyan jî giran e. Songul Bagatir jî yek ji van girtiyên nexweş e. Xuşka wê Leyla Bagatir a li Êlihê têkildarê rewşa girtiyên nexweş de ji ajansa me re axivî û bi taybetî jî bal kişand ser qanûna darazê ya nu. Leylayê diyar kir ku  divê di paketa darezeê de wekhevî were kirin.   ‘Xuşka min li gelek girtîgehan gerandin’   Songul a ku beriya 27 salan hatiye girtin û 36 sal hukum xwariyê, xuşka wê Leyla Bagitir da zanîn ku di pêvajoya 27 salan de Songul li gelek girtîgehan gerandine û wiha berdewam kir: “Xuşka min sirgun kirin û bê navber cîhê wê diguherin. Songul dema ku nû hat girtin jî gelek îşkence lê kirin û ev tundî bi salan li ser hat berdewam kirin. Ji ber van sedeman ji gelek zahmetî jiya û zahmetiyên ku wê kişandin bandora xwe li ser me jî kir. Cîhguhertina wê bi serê xwe ji me re dibu pirsgirêk.  li rexa wê ji li ber deriyê girtîgehan mayîn, gefên berpirsyarên girtîgrehan ji bo me jî îşkence bû. Bi girtina ferdek ji malbatê  hemû malbat dikeve bin gefê.”   ‘Ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşî li wan peyda dibin.”    Leyla bal kişand ser tendirustiya xuşka xwe û cih da van axaftinan: “Ev 27 salin xdauşka min di girtîgehê de ye temenê wê buye 47. Xuşka min îşkence dît û di nava şert û mercên xereb de jiya. 27 salin roj nedîtiye û di aliyê tedawiyê de jîpirsgirêkên girîng dijî. Lewra ew di cihek teng de  ne û jiyanek bê tevger  bi serê xwe pirsgirêk e. Ev ji bu sedem ku gelek nexweşiyên cur bi cur bi wan re peyda bibin. Di kezeba Songulê de pirsgirêkên girîng hene. Kezeba wê avê kom dike, di mil û pişta wê de jî fitiq çêbuye. Ji ber vê sedemê ji di runiştin û rabûnê de zahmetiyan dikişîne. Gelk nexweşî bi xuşka min re çêbûne û ev jî me dixwe nav gûmanan. Jiyana xuşka min di metirsyê de ye. ”   ‘Dixwazin vîna wan bişkînin’   Leylayê da zanîn ku mafên girtiyan di vê pêvajoya koronoyê de zêdetir hat binpêkirin û wiha berdewam kir: “Ji xwe mafê me yê hevdîtinê hat qedexekirin û bi riya telefonê jî em rewşa wan nikarin baş hîn bibin. Ango bi şewba vîrûsê re gûmanên me yên derbarê xuşka min de zêdetir bun. Ji ber jiyana wê ji ketiye metirsiyê. Di qawîşek  biçuk a ne paqij de bi gelek hevalên xwe re dimîne. Ewlehiya tendirustiyê ji lî girtîgehan bi tu awayî nayê girtin. Dema gardiyan serjimêriya wan dikirin xuşka min nikare rabe ser xwe û ji ber vê jî cezayê hücreye lê birîne. Ev cezayê hucreyê j îweke hincet dan nîşankirin û qanuna înfazê ya wê hatiye şewitandin. Êdî pêwîste ku 36 salan vî cezayî razê. Wekî ku bandora vîrusê ne bes be vê carê jî di warê derûnî de zextan li wan dikin. Dixwazin vîna wan hêza wan bişkînin.”   ‘Em wekheviyê dixwazin’   Leyla bal kişand ser paketa darezê ya nu jî û wiha berdewam kir: “Bi vê qanûnê re tecawizkar, kujerên jinan hemû hatin berdan. Dema ku ev tên berdan jî heman sucên xwe didin berdewam kirin. Lê kesên ji ber fikra xwe hatine girtin hîna di hundir de ne û rewşa wan di xeterê de ye. Em ji weke malbatên girtiyan dixwazin di qanûna darazê de wekhevî hebe. Girtiyên ji bo ziman, netew û rastiya xwe ketine hundir divê werin berdan. Li rexa vê ji pêwîste di milê ewlehiyê de baldar bin. Ger ku tiştek bi girtiyan were berpirsyarê vê hikumet û wezîrê edaletê  ye.”