‘Divê di perwerdeyê de wekhevî esas bê girtin’ 2020-05-11 09:01:00   Medya Uren - Rengîn Azîzoglu   AMED - Hevseroka Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn bal kişand  ser girîngiya wekheviya di perwedeyê de û wiha got: “Di rewşên asayî de jî newekheviyek mezin di aliyê perewerdeyê de heye. Li van herêman malbat cara yekem e dibin şahidê perwerdeya ji dûr û nikarin ji bo zarokên xwe bibin alîkar. Lewra ji ber ku zimanê tirkî jî nizanin nikarin bi wan re mijul jî bibin. Pergala ku ne xwedî bingehek qahîm e ji her alî ve tijî pirsgirêk e.”   Bi belavbûna şewba Koronoyê (Covîd-19) re dibistan hatibûn girtin. Ji ber vê sedemê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) biryra perwerdeya ji dur da û Tora Agahdariya Perwerdehiyê (EBA) xist meriyetê. Hevseroka Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn ji diyar kir ku ev tor ne xwedî bingehek qahîm e û wiha got: “Li  Tirkiyê bi hezaran malbatên xizan ên ku derfetên wan tune ne hene. Divê di perwerdeyê de wekhevî esas were girtin.”   ‘Gelek xwedevan ji  vê pergalê sudê nagirin û naşopînin’   Emîne di axaftina xwe de şewba vîrûsê bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Ji ber şewba koronayê  Tirkiye di nav de li hemû deverên cîhanê dibistan hatin girtin û xwendevan derbasî pergala perwerdeyê ya ji dur bun. Lewra divê em destnîşan bikin ku ev pergala perwerdeyê ji bo demek dirêj ne guncaw e. Ji ber ku ew tenê xwedî taybetmendiya temamker e. Ji bo were dayîn ji divê xwedî bingeh û naverokek qahîm be. Ji ber ku li Tirkiyê ev bingeh û naverok ne qahîmin ji pirsgirêkên cur bi cur ru didin. Herwiha li herêma me gelek malbatên ku cara yekem dibin şahidên perwerdeya ji dûr  hene. Ji ber ku malbat ne xwedî agahî ne nizanin ku wê çi bikin. Gelek malbat ji ne xwedî wan derfetane ku demek dirêj perwerdeyê wisa bişopînin. Di nava gelek malbatan de ji cîhazên weke telefon, tablet û kompîturê  tüne ne ku vê pergalê bişopînin. Ji ber pirsgirêkên wisa xwendevan nikarin perwerdeyê bişopînin û sudê jê bigirin. Herwiha di aliyê demjimêra waneyê de fikra xwendevanan û mamusteyan jî ne hatiye girtin.”   ‘Li herêmên kurdan pirsgirêka perwerdeyê qat bi qat zêde dibe’   Emîne got divê di peregala perwerdeyê de wekhevî hebe û wiha berdewamî da gotina xwe: “Li Tirkiyê di şert û mercên asayî  de jî di pergala perwerdeyê de wekhevî tune ye. Ji ber ku li herêma me zarok di destpêkê de bi zimanê zikmakî fêr dibin dema diçin dibistana jî ji nîşka ve bi zimanek din yê biyanî re rûbirû dimînin. Ev bi serê xwe ji wan re dibe pirsgirêkek ya derûnî. Ango bi perwerdeya ji dur re ev qat bi qat zêde bû. Malbatên ku qet tirkî nizanin hene, ji ber vê sedemê ji nikarin bi zarokên xwe re bibin alîkar û rêbazê nîşa wan bidin. Ev ji dihêle ku zarok ji dersên xwe paşde bimînin. Ev newekheviya herî mezin e. Di navbera van xwendevanan û yên din de cudahiyek mezin heye, wê çawa vê valahiyê dagirin gelo? Lewra di denma ev biryar hatiye girtinde jî derûniya zarokan li ber çavan nehatiye girtin. Ji xwe zarok di pêvajoyek zehmet re derbas dibin, ev yek ji li ser wan dibe gefek mezin. Ezmûnên wan nêz dibin, pêvajoyek zehmettir li pêşiya wan e. Divê ji bo derûniya zarokan alîkarî bê dayîn. Divê dibistan bi pergalek rehet dest pê bike.”    ‘Herî zêde xwendevan bi bandor bûn’   Emîne di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser deruniya xwedevanan û wiha got: “Tendirustiya xwendevanan ji bo me berî hertiştî tê, ji ber vê sedemê ji ji bo xwendevan li malê demê derbaz bikin em pir hestiyar nêz dibin. Lê ji vê rewşa îzolasyonê herî zêde zarok bi bandor dibin.  Di vî temenî de ew hîn zêdetir dixwazin, bi hevalên xwe re demê derbas bikin. Lê bi carekê re ew di malê de hatin hepiskirin. Vê jî bandora neyînî li ser derûniya zarokan kir. Ango di milê hestan de ew valehiyên mezin bi wan re çêbûn. Piştî vê pêvajoyê divê di dibistanan de çalekiyên ku ji wan re bibin alîkar werin kirin. Ji bo dagirtina wan valehiyên hatin jiyîn, pêwîste em gelek hestiyar nêz bibin.”   ‘Ji bo perwerdeyek demokrat em ê têbikoşin’   Emîne herî dawî têkildarê tiştên tên kirin û pêwîste werin pêkanîn de wiha axivî: “Em pêvajoya perwerdeyê ji nêz de dişopînin. Pirsgirêgên tên jiyîn kêmasiyên hene em ji gel û rayedaran re parve dikin. Ji bo perwredeyek demokrat û wekhev em têkoşînê didin. Di her warî  û li herêmê pêvajo çawa dimeşe em dişopînin. Em di vî derbarî de ji raporan amade dikin û parve dikin. Di heman demê de mobîng û gefa li ser mamosteyan tê kirin em teşîr dikin. Em weke Sendîkaya kedkarên perwerdeyê daxwaza me ew e ku pergal  ne li gor berjewendiyên kesan û sîyasî werin meşandin.  Divê perwede li ser bingehê wekheviyê bê dayîn.”