ROJEVA 11 ’ê GULANA 2020’AN 2020-05-11 09:00:00   *Şêniyên gundê Mezra Sofiyan ji ber pergala axatiyê ji gundê xwe koçber bûne û li şûna wê gundê Mezra Sofiyan ya jêrîn ji xwe re ava kirin. Derbarê dîroka gund de dayika bi navê Edûlê Mişo wiha got: “Em gundekî  civakî ne û me sîstema axatiyê tu carî nepejirand, ji ber sîstema axa sîstema dewletgeriye û ev yek bû sedema ku cara yekem em ji gundê  xwe bên koçkirin.” DÎMEN HEYE   * Dema ku mijar bû jin ji ber zihniyeta zayendperestî êşkişandina jinê tê hizira mirovan Fatma Husên ya 45 salî ku qala jiyana xwe dike yek ji wan jinan e ku ji destê mêrê desthiladar êşên mezin jiyaye. Fatma ji pêkhateya tirkmen e û dibêje: "Êşa jinê, çi tirkman, kurd, ereb, mesîhî, ermen  û arnawût ferq nake, ji ber êşên hemûyan yek e." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn bal kişand  ser girîngiya wekheviya di perwedeyê de û wiha got: “Di rewşên asayî de jî newekheviyek mezin di aliyê perewerdeyê de heye. Li van herêman malbat cara yekem e dibin şahidê perwerdeya ji dûr û nikarin ji bo zarokên xwe bibin alîkar. Lewra ji ber ku zimanê tirkî jî nizanin nikarin bi wan re mijul jî bibin. Pergala ku ne xwedî bingehek qahîm e ji her alî ve tijî pirsgirêk e.”   *Songul Bagatir 27 salin di girtîgehê de ye û 36 sal hikum xwariye. Xuşka Songul Leyla Bagatir bal kişand ser tendirustiya xuşka xwe û wiha got: “Demek dirêje Songul di girtîgehê de ye û ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê nexweş ketiye. Pêwîste bi lezgînî xuşka min jî din av de hemû  girtiyên nexweş serbest bên berdan û di qanûna darazê de wekhevî bê pêkanîn.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Xatûn Yildiz a ku çîroka wê di serî de bi zilm, zor û şîdetê dest pê dike, piştre jî serî radike û berê xwe dide Amedê. Xatûnê li Amedê bi rêxistina jinan re bi hêza xwe dihese û dest bi berxwedanê dike. Xatunê diyar kir ku li malê mêr, li dervê jî dewlet zextê li wan dike, lê jî li dijî zext û zordariyan serî radikin." DÎMEN HEYE   *Hatîce Şeker diyar kir ku hemşîretî keda nayê dîtinê ye û got tevî her barê kar li ser milê wane mafê gotina wan tüne ye û ev tişt got: “Bila venasîna pîşeya me baş bê kirin. Em jî di asta berhevkirinê de derkevin û pîşeya xwe bikin.” DÎMEN HEYE    *Psîkolog Gulşen Kiliçarslan der barê tenduristiya psîkolojî û bedene  ya zarokan ya di pêvajoya pandemiyê de pêşniyar kir û da zanîn ku divê temenê zarokan li ber çavan bê girtin û wisa nêz bibin. Gulşenê wiha got: “Divê ewil hun gûh bidin zarokan. Bi zimanekî rehet, bi awayekî baş divê têkilî bê danîn û ev jî wê ji bo zarokan baş be.”   *Komeleya Jinan a Star ya Wanê ku jinên rastî şîdetê tên serî lê didin, di pêvajoyê de jî tevî vîrusê li qadan bi jinan re tên gel hev. DÎMEN HEYE *Nûnera Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Amedê Ebru Okuducî bal kişand ser texrîbata santralên nuklerê ya li ser xweza û tenduristiya mirovan û diyar kir ku bi taybet bi jinên di bin temenê 50’î de pençeşêra memikan zêde bûye.   *Hevşaredara HDP’ê ya Bêgiriyê Leyla Balkan ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, li baxçeyê ber mala xwe bi jinên li taxê re dest bi hilberîna hevpar kir. Leylayê da zanîn ku tê xwestin jin ji hilberînê bên qûtkirin û got li dijî vê têdikoşe. DÎMEN HEYE