Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn evîndara çand û zimanê xwe bû 2020-05-11 08:53:18   QAMIŞLO - Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek nivîskî Hozan Mizgîn bi bîr anî.    Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 28'emîn a şehadeta hunermend Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) bi daxuyaniyek nivîskî bi bîr anî û dan zanîn ku ew wek Tevgera Kevana Zêrîn, şehîd Hozan Mizgîn, di her aliyî de, ji bo xwe pêşeng, xet û nasname dibînin.   Daxuyanî wiha ye:   "Meha Gûlanê, di dîroka tevgera azadiya Gelê Kurd de, xwedî cîheke pir girîng e. Gelek pêşengên xeta azadiya Kurdîstanê di vê mehê de gihîştine şahadetê. Ji ber vê jî meha Gûlanê wek meha şehîdan tê bibîranîn. Em wek Tevgera Çand û  Hunera Jinên Kevana Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, di şexsê Ş. Hozan Mizgîn  û Hakî Karer de, hemû şehîdên tevgera azadiyê û şehîdên meha Gûlanê, bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.   Hozan Mizgîn mohra xwe li tiştên yekem da   11'ê Gûlanê roja şehîdên tevgera çand û hunerê ye. Di 11’ê Gulana 1992'an de, Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) bi berxwedan û tekoşîn pir mezinkir û di dawî de ji bo ku dîl nekeve destê dijmin bi rengekî fedaî li Tetwanê şehîd ket. Di her kêliya jiyana xwe de, şehîd Mizgîn, bi moral, ruh, hezkirî, rêxistinî, şerker û afirîner bû. Şehîd Mizgîn, bi vî awayî xwedî kesayetek pir alî û dagirtî bû. Him civakî, him leşkeri, him çandî û him jî xweseriya jinê de, her pêşengtî kir. Şehîd Mizgîn, di jiyana xwe de her tim mohra xwe tiştên yekem da. Yekem avakirina rêxistina jin a Ewrupa, avakirina akademiya çand û huner û yekem fermandara jin a saha Garzanê bû. Di kîjan xebatê de cih digirt aliyên din ên xwe jî pê re dikir yek û kesayeta xwe bi awayekî gelemperî dihûnand. Gava xwe ya yekem di temenê xwe yê ciwan de wek jineke têkoşer û welatparêz, di nava gel de pêşengtiya rêxistinkirina civaka xwe dikir. Germahiya deşta Sasonê, di dilê şehîd Mizgîn de agirê azadiyê geş kiribû. Şehîd Mizgîn li ser hîm û mîrasa berxwedana jinên Kurd yên wek Rindê Xan, Meryem Xanan, him di aliye rêxistinkirinê de, him di aliye çand û hunerê de, kesayeteke xwedî bingeheke xurt bû. Li ser kokeke çandî a resen hîn bû. Evîndara çand û zimanê xwe bû. Ew hîm û taybetmendiyên ku li gel şehîd Mizgîn hebûn, dema ku bi feraseta azadiyê re û hêza tevgera azadiyê re dikir yek, wek volkanekê teqiya. Şehîd Mizgîn, berxwedana jina kurd bi awayekî birdozî di kesayeta xwe de kir yek, pir xurt xwediyê vê mîrasê derket û li gor wê jî jiya.  Gotin û pratika xwe yek bû. Bi vê sekna xwe ve, darbeyek pir mezin li hişmendiya devleta tirk a faşizan û dagirker da.   Deng û kesayeta şehîd Mizgîn gihîştîbû ahengeke hunerî     Dengekî wisa li ser bû ku, herkes pê bandor dibû, ji ber ku dengê şehîd Mizgîn bi ruhê kurdewartî û welatparezî hatibû avdan û dengeke semavî bû. Banga azadiyê di dilê her mirovê kurd e vedişart, bi dengê xwe yê zelal.  Di nava awaza Şehîd Mizgîn de, hêz û tilsimeke resen ya pir kûr a çanda Kurd hebû. Di dengê xwe de hebûn û ruhê çandî ya gel hilgirtîbû. Dengê şehîd Mizgîn de, bang hebû. Banga cewherê hebûna kurd, banga azadiyê, banga welatpareziyê, banga berxwedanê, banga hişyarbûnê û  banga xwebûnê bû. Ya ku şehîd Mizgîn kir, Hozan Mizgîn jî ew qudreta ku di dengê wê de hevgirtî bû. Deng û kesayeta, Şehîd Hozan Mizgîn, gîhîştîbû ahengeke hunerî. Ew deng û kesayet wek goşt û neynûk hev girt û bû zimanê heqîqatê, bû xeta berxwedêr a azadiya jina Kurd, bû xeta tevgera çand û hunera demokratik, bû xeta xweparastina cewherî.   Em Hozan Mizgîn ji bo xwe pêşeng, xet û nasname dibînin   Em wek Tevgera Kevana Zêrîn, di salvegera 28'emîn a şehadeta Hozan Mizgîn de, dema ku bi bîr tînin, di wan aliyan de, ji bo xwe wek carek din banga azadiyê, banga rexistinbûnê, banga vegera cewher, banga vîn, banga têkoşîn û banga bilind dikin û avakirina pergala çand û hunera jinên Kevana Zêrîn a demokratik digirin dest. Soza ku em her tim şehîdên xwe re didin ew e; em têkoşîna we û rêka we bidomînin. Li ser vê esasê soza domandina rê û tekoşîna şehîd Hozan Mizgîn û şehîdên me, em didin. Em wek Tevgera Kevana Zêrîn, şehîd Hozan Mizgîn, di her aliyî de, ji bo xwe pêşeng, xet û nasname dibînin. Carek din, di salvegera şahadeta Hozan Mizgîn de, hemû şehîdên çand û hunera demokratik bi rêzdarî bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza bilindkirin û mayindekirina têkoşîna azadiyê didin."