Platforma Jinê ya Şahmaran:Zext zêde bûne 2020-05-10 17:21:56   MÊRDÎN - Platforma Jinê ya Şahmaran derbarê tundiya polîsan a li ser zarokekî ya li Nisêbînê de daxuyanî da û got:"Zextên ku berê jî dewam dikirin di serdema pandemiyê de zêdetir bûne."    Platforma Jinê ya Şahmaran bertek nîşanî tundiya polîsan a li ser zarokekî ya li Kuçeya Firatê ya Nisêbîna Mêrdînê hat kirin, da. Platforma Jinê ya Şahmaran têkildarî mijarê daxuyanî da.    'Tundî nayê qebûlkirin'   Di daxuyaniyê de hat gotin:"Zarokên ku derketin li baxçe lîstin ji aliyê polîsan ve bi tundiyê rû bi rû man. Polîsan derb bera hewayê dan û bi dengê bilind mudaxaleyî zarokan kirin. Ev helwest ji bo gihaştina zarokan talûkeyeke mezin e û nayê qebûlkirin."   Di daxuyaniyê de Ali El Hemdan ê ku li Edeneyê hat qetilkirin hat bibîrxistin û wiha hat gotin:"Qetilkirina zarokê bi navê Ali El Hemdan ê li Edeneyê nîşan dide ku tundiya polîsan çiqasî zêde bûye. Di Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku ji aliyê tirkiyeyê jî hatiye îmzekirin tê gotin ku divê li dijî tundiya li ser zarokan tedbîr bên girtin. Lê bekçî, cerdevan û polîsên girêdayî dewletê tundiyê li zarok û jinan dikin. Tundiya wan jî bi polîtikayên bêcezabûnê tê xwedîkirin. Zextên ku berê jî dewam dikirin di serdema pandemiyê de zêdetir bûne. Em ê wekî Platforma Jinê ya Şahmaran şopdarê vê bûyerê bin."