SKM: Di vê pergalê de rojeke me ya ku bê pîrozkirin tune ye 2020-05-10 13:17:41   STENBOL - Meclisa Jinên Sosyalîst, têkildarî Roja Dayikan daxuyanî da û dayikên ku kêlên gorên zarokên wan tunene bi bîr xist û ev tişt got: “Di vê pergalê de rojeke me ya ku bê pîrozkirin tune ye.”    Meclisa Jinên Sosyalîst )SMK), têkildarî Roja Dayikan daxuyaniyeke nivîskî da. SMK’ê di daxuyaniya bal kişand ser watedayîna Roja Dayikê ya pergalê û ev tişt got: “Bi gotinên derew ên hezkirinê careke din rola jinê ya li gorî xwe bi bîr dixin. Bi vê yekê dixwazin ser pergala kapîtalîst a zilam ku di pêvajoya pandemiyê de wergeriyaye dojehê bigirin.” Di berdewama daxuyaniyê de SMK’ê destnîşan kir ku di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin û di vê pergalê de rojeke wan a bê pîrozkirin tuneye.