HDP:Heta şewb nekeve bin kontrolê divê AVM neyên vekirin 2020-05-10 11:33:30   ENQERE - HDP'ê têkildarî biryara vekirina AVM'yan a hikumetê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin heta şewb nekeve bin kontrolê divê AVM neyên vekirin.   Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê û Berpirsiyara Komîsyona Kedê Şaziye Kose daxuyaniyek weşand û diyar kir ku vekirina Navendên Bazarên Krîn û Firatinê (AVM) dibe ku rîska pêla duyemîn a şewba vîrûsa corona mezin bike. Kose di daxuyaniyê de diyar kir ku AVM wê 11'ê Gulanê bên vekirin û got, "Bi vê biryarê re ji bo berjewendiya sermayeyê, civakê û karkerên AVM'ê radestî şewbê tê kirin. Mirovên ku bi mehan e li malê asê mane, bi vebûna AVM'yan re wê bêjin ku rîska şewbê ji holê rabûye û bi vî rengî bêyî hay ji xwe hebe bi rehetî tevbigerin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di rewşa heyî de ti tevdîrên têkildarî AVM'yan bên girtin wê têrker nebin. Divê biryarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê yên li ser asayîbûnê li ber çavan bên girtin û heta şewb teqez neyê kontrolkirin divê AVM neyên vekirin."