Dayikên bi hesreta zarokên xwe: Divê dayik şer bidin sekinandin 2020-05-10 09:23:18   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên bi hesreta zarokên xwe dijîn, balkişandin ser newekheviya ku dewlet li hember dayikên kurd pêk tîne û gotin ancax dayik vî şerî dikarin bidin sekinandin.   Îro roja dayikan e û bi hezaran dayikên kurd, wê dîsa di vê rojê de daxwazên xwe bînin ziman. Ji dayikên Aştiyê Hediye Korkut diyar kir ku ew aştiyê ji bo her kesî dixwazin û got yên ku vî şerî bidin srekinandin jî wê dayik bin.   ‘Divê dayik şer bidin sekinandin’   Hediyeyê destnîşan kir ku tu dayik heq nake ku mirina zarokên xwe bibîne û wiha pê de çû: “Dewlet hestiyên zarokê dayikê bi postayê dişîne. Gelo ev di kîjan wijdanî de heye. Êrîşgî oran dikin. Gelo sûcê me tenê kurd bûn e? Ger aştî sûc be em sûcdar in. Dibêjin bihûşt di bin lingê dayikan de ye. Divê dayik dest bidin hev vî şerî bidin sekinandin.”   ‘Ez roja ku zarokên min hatin girtin jibîr nakim’   Gulnaz Ekmekçî jî jî diyar kir ku wan berê Roja Dayikan nizanibû û der barê ku çawa derketiye jî agahiya wê tüne ye û wiha pê de çû: “Eleqeya îro ji bo dayikan tê nîşandan jî ne ji dil e. Ez dayika 8 zaroka me û 65 salî me. Du zarokên min her yek 20 sal ceza girt û roja ku ew hatin girtin tu car jibîra min naçe. Kurekî min li Tekîrdagê yek li Şakranê girtî ye. 3 panzer bi sedan polîsî dora mala me girtin. Her du zarokên min ji malê girtin. Bi hinceta îfadeya wan heye. Piştre jî zarokên min ji ber sûcên ku tu agahiya wan jê tunebûn hatin girtin. Niha bi qanûna înfazê girtiyên edlî berdan. Endamên mafyayê berdan. Çima zarokên me nayên berdan? Dibêjin em hemû xwişk û birane. Wê demê diz û çete birayên wan in ku wan berdidin. Em bi hesreta zarokên xwe dijîn. Wê roja dayikan ji bo me çawa roja dayikan be. Yên îşkencê bi zarokan dikin gelo li dayikên wan difikirin. Di 2009’an de zarokekî 11 salî li Colemêrgê li ber kamerayan milê wî hat şikandin. Yên vê dikin li dayikên wan difikirin gelo. Dayik êş û elemê dikşînin. Naxwazin van tiştan bijîn.”   ‘Ez her carê bi fikar diçim hevdîtinan’   Dayika girtiya bi navê Aygul Kapçak ya li girtîgeha Şakranê girtî ye jî, Fatma Kapçak da zanîn ku piştî vîrusê fikarên wan pir zêde bûne û wiha got: “Ji 1995’an heta niha di sînga Aygulê de parçeyê şarapnelê heye. ji ber vê di sînga wê de kîst çêbûne. Bi vê vîrusê re jî nabin nexweşxanê. Ez her carê bi tirs diçim hevdîtinê. Rewşa keça min, min dike fikaran. Ez ji bo hevalên wê jî bifikarim. Zarokên me ne sûcdarin. Ji ber fikr û ramanên xwe girtî ne. Em dixwazin ku zarokên me vê Roja Dayikan ligel me bin. Êdî bes e bila kezeba me neşewite. Bila êdî dayik negirîn.”