Navenda Piştevaniya Jinan a Qersê: Wê Xeta Mor bê avakirin 2020-05-10 09:19:00       Şehrîban Abî   QERS - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca diyar kir ku Navenda Piştevaniya Jinê ya di bin banê Şaredariya Qersê de hatiye avakirin hedef dike ku ji bo jinan piştgiriya psîkolojîk, civakî û hiqûqî bide û got: “Em di xizmeta hemû jinên rastî newekheviyê hatinê de ne.”   Şaredariya Qersê ya HDP’ê di 6’ê Gulanê de li avahiya şaredariyê bi tevlîbûna gelek jinî Navenda Şêwirmendiya Jinê vekir. Hedefa navendê  ev e ku ji bo jinan piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û civakî bê dayîn. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca der barê mijarê de axivî.   ‘Em ê xebatên xwe bimeşînin’   Şevînê da zanîn ku ji ber vîrusa korona şîdeta li hember jinê li bajar zêde bûye û bi armanca vê navend kirine ximzetê û got: “Me vekirina xwe kir û faliyetan dest pê kir. Armanca me ev e ku em li hember şîdetê xebatên xwe bimeşînin. Di vê pêvajoyê de di alî serlêdanan de zehmetî dihatin kişandin. Ji ber vê hewcedarî bi Navenda Şêwirmendiya Jinê hat dîtin. Jin ne xwedî agahî ne ku serî li ku bidin. Di pêvajoya serlêdanê de bi dehan carî neçar dimînin xwe îfade bikin.”   ‘Hebûna navendan girînge’   Şevînê di berdewamiyê de destnîşan kir ku şîdeta li ser jinê zêde dibe û saziyên ku serlêdan lê bên kirin jî nayê zanîn û got: “Sedema vê jî nebûna navendên piştevaniyê ne. Hebûna navendên şêwirmendiyê gelek girîngin. Em ê ji bo jinên rastî her cureyê şîdetê hatine piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û civakî bidin.”   ‘Wê xeta mor bê avakirin’   Şevînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo bi jinan re di têkiliyê de bin ji ser Navenda Çareseriyê ya Şaredariya Qersê, têkilî pêk anîne û di rojên pêş de jî wê ji bo Navenda Şêwirmendiya Jinê ‘Xeta Mor’ xizmetê bide. Numareya Navenda Çareseriyê ya Şaredariya Qersê wiha ye: 1444 71 13, Xeta Whatsappê: 0537 713 10 66