Makbûle Bekî: Li başûrê Kurdistanê planên qirêj tên meşandin 2020-05-10 09:17:00   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Rêvebera Komîteya Şaredariya Kantona Kobanê Maqbûle Bekî êrîş û pilanên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin û wiha got: "PDK û dewleta tirk li başûrê Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe yên bazirganiyê tevdigerin û yekitiya Gelê Kurd asteng dikin."   Hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bi dewleta tirk re yekitiya Gelê Kurd asteng dike. PDK’ya ku yekitiya Gelê Kurd napejirîne li gorî berjewendiyên xwe yên bazirganiyê tevdigere. Ji ber hevkariya ku PDK bi dewleta tirk re dike, ev demeke dirêj e ku êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta tirk li ser başurê Kurdistanê didomin û ev êrîş bi taybetî herêma Zînê Wertê hedef digirin. Her wiha dewleta tirk van êrîşên xwe bi erêkirina PDK'ê re rewa dike. Lê armanca van êrîşan parçakirina  Gelê Kurd û astengkirina yekitiya vî gelî ye. Ev êrîş bingehê ji hevkujiyê re ava dikin. Rêvebera Komîteya Şaredariya Kantona Kobanê Maqbûle Bekî derbarê plan û êrîşên dewleta tirk de pirsen me bersivandin .    Pilan û bazarên ku dewleta tirk bi PDK'e re li ser başurê Kurdistanê dide meşandin çi ne?   Ev demek dirêje ku êrîşên hewayî û bejayî yên dewleta tirk ên dagirkeriyê li ser başurê Kurdistanê didomin û dewleta tirk hewil dide ku van herêman dagir bike. PDK'e û dewleta tirk dibin siya hev û li herêmê hebûna xwe berdewam dikin.  PDK biryarên xwe li gorî polîtîkayên dewleta tirk ên li ser herêmê digire. Kiryarên dewleta tirk yên qirêj li ser başurê Kurdstanê dimeşîne hemû bi erêkirina PDK'ê ne. Ev jî diyar dike ku bi hev re biryaran didin. Herdu alî jî bi vê helwesta xwe li herêmê tevliheviyê armanc dikin û dixwazin kurdan tasfiye bikin. Ji roja PDK buye Rêveber xeta îxanetê hilbijartiye û mînaka vê jî 72 kaxaneyên dewleta tirk ku li Başurê Kurdistanê ne. PDK bi vê helwesta xwe bi çarenusa Gelê Kurd dilîze.   Êrîşên ku niha li ser Başurê Kurdistanê tên meşandin hûn çawa digrin dest û wê bi xwere çi aloziyê bînin?   Armanca dewleta tirk ya sereke şerê hevkujiyê di nav kurdan de bide avakirin. Dewleta tirk vê lîstİkê bi caran e dilîze, dixwaze gelan ji hev qut bike û tevlîheviyê di navbera ukrdan de çêke. Dewleta tirk bi vê armanc dike ku axa me dagir bike. Weke tê zanîn pêşmergeyên PDK'ê ji aliyê dewleta tirk tên perwerde kirin û ev yek jî xeteriyekê li ser herêmên me dide çêkirin. Ji aliyekî din ve PDK'ê dixwaze desthilatdariya xwe li ser Gelê Kurd bide meşandin. Di sala 1982'an de Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan bi Idrîs Berzanî re  li hevkir ku xwîna kurdan neyê rijandin. Lê dîsa bi lîstikên dewleta tirk û hev karên wan îxanetê di nava Kurdan de dest pêkir.    Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan banga yekitiya Gelê Kurd dike, sedema nepejirandina PDK'ê ya yekitiyê çi ye?    Niha bangek ji bo yekitiya Gelê Kurd heye, QSD'ê û MSD'ê jî bang kirin ku bi ENKS'ê re bicivin ji bo ku bikaribin hemû partiyên kurd bînin bah hev û bi vîna kurdan welatê xwe biparêzin. Lê PDK´e û ne jî ENKS'ê ev yekitî nepejrandin. Ji ber malbata Barzaniyan tu caran naxwezin Kurd bibin yek, dema ku yek rêzî bê çêkirin wê demê kursiya Barzaniyan wê ji destên wan bê girtin, hilbijartin wê bên çêkirin û di heman demê de wê xeterî li ser desthilatdarî û berjiwendiyên mala Barzaniyan çêbibe. ENKS di bin sîwana dewleta tirk de hew dide xwe li ser lingan bihêle. Niha li herêmên di bin dagirkeriya dewlata tirk de ENKS'ê li ser kare û hewil dide kurdên li herêmê bike tirkên sipî. Lê di rastiyê de em hemû kurdin û niştecihên Kurdistanê ne. Pêwîste PDK dev ji xeta îxanetê berde û Gelê Kurd yekitiya xwe çêbike. Dema ku yekitî bê çêkirin wê demê wê her çar parçeyên Kurdistanê bên rizgarkirin. Hemû Gelê Kurdistanê bi awayekî demokratîk û wekhev wê bi hev re bijîn.