‘Rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe’ 2020-05-10 09:06:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX – Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş,  derbarê rewşa girtî û girtîgehan de axivîn û gotin rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xirabtir dibe û daxwaza tahliyekirina wan kirin.   Îqtîdara AKP-MHP'ê bi hinceta vîrûsa corona (Covîd-19) qanûna înfazê ya ku tenê mafê girtiyên edlî diparêze anî rojevê û qanûn di meclîsê re derbas kir. Bi vê qanûnê rê li pêş berdana bi hezaran girtiyên edlî vekir. Lê girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan û girtîgeh di bin xeterê de ne. Bi sedan girtî li girtîgehan beyî parastin bi hewldanên xwe li dijî vîrusê têdikoşin. Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş, derbarê rewşa girtî û girtîgehan de axivîn.        ‘Em gelek bifikarin’   Keça girtiya nexweş Halîme Cîn a ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê de girtiye Axîn Cîn, anî ziman ku dayika wê 3 sal û nîve girtî ye û 4 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîn. Axînê, got ku dayika wê bi awayek bêhiqûqî heta îro hatiye girtin û ev tişt got: “Dayika min hefteyê du caran bi rêya telefonê li me digere û bi tenê 10 deqeyan dikare bi me re biaxive. Ji me re dibêje rewşa wan vê gavê başe. Ji ber vê nexweşiyê  hevdîtina malbat û parêzeran hat qedexekirin. Em çend hefteye nikarin bi dayika xwe re hevdîtinê pêk bînin. Em ji rewşa wan gelek bifikarin. Di girtîgehê de alavên paqijiyê nadin girtiyan. Ew bi derfetên xwe ji kantînê van alavan dikirin. Li kantînê bûhayê tiştan gelek zêde bûye û ev jî wan dike tengasiyê. Ew di hindir de bi hewldanên xwe li dijî parastinê tedbîran digirin. Lê ji ber vê nexweşiyê em ji rewşa dayika xwe gelek bifikarin.”   ‘Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan’   Axînê, bi lêv kir ku cûr bi cûr nexweşiyên dayika wê hene û wiha domand: “Piştî ku dayika min hat girtin şûn de nexweşiyên tansiyon, şekir û fitiqa piştê lê peyda bûn. Beriya du mehan diranê dayika min şikest. Her wiha ji ber nexweşiyê em nikarin ji bo dayika xwe tiştan bişînin. Ji ber ku hemû qedexene. Dayika min nexweşe û em jî gelek bifikarin. Bila hemû girtiyên nexweş û siyasî bên berdan.”   ‘Stûna mala me dayika min e’   Axînê, bal kişand ser Roja Dayikan jî û got di vê rojê de dixwaze dayika wê ligel wê be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Roja Dayikane û ez 3 salin vê rojê bêyî dayika xwe pêşwazî dikim. Ez dixwazim di vê rojê de dayika min jî ligel min be. Tirk dibêjin ‘bav stûna malê ye’ lê ne rast e. Stûna mala me dayika min e. Dayik her wiha ji bo me hevaleke jî. Em bi çar çavan li benda dayika xwe ne. Bila dayika min bê tahliyekirin. Kesên tiştên qirêj pêk anîn hemû hatin berdan lê belê yên siyasî nayên berdan.”   ‘Daxwaza me tahliyekirina girtiyan e’   Dayika Leyla Dîlekçî ya ku 3 mehin di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê de tê girtin Nazê Dîlekçî, got ceza hîn li keça wê  nehatiye birîn û darizandina wê berdewam dike. Nazê, diyar kir ku ji ber vê nexweşiyê rewşa girtiyan di xeteriyê de ye û wiha domand: “Ez bi telefonê bi keça xwe re diaxivim û digot ‘vê gavê di girtîgehê de pirsgirêk tüne ye’. Lê ji aliyê xwarin û avê ve pirsgirêkan dijîn. Her wiha keça min nexweşe jî. Mîdeya keça min kûle, gûrcikên wê diêşên û fitiqa pişt pê re heye. Ew bi derfetên xwe ji kantînê ji xwe re tiştan dikirin. Em dixwazin girtiyên siaysî bên berdan.”   ‘Ger tiştek bi zarokên  me bê berpirsyar îqtîdar e’   Dayika Nudem Durak a ku 6 sal û nîve di Girtîgeha Girtî ya Baybûrtê de tê girtin Hatîce Durak, jî got ji rewşa keça xwe gelek bifikare û wiha got: “Gûatira keça min heye û gûatira jahrî ye. Ji ber nexweşiyê em nikarin biçin hevdîtinê. Bi tenê li ser telefonê em diaxivin. Em hêvî dikin ku girtiyên nexweş ên di girtîgehan de ne bên berdan. Çima kesên diz û tecawizka berdidin ên siyasî bernadin. Rewşa hemû girtiyan ji ber vê pêvajoyê di xeteriyê de ye. Ger tiştek bi zarokên  me bê berpirsyarê vê îktîdar bi xwe ye.”