'Li Colemêrgê bi zanetebûn pirsgirêka av û rê çareser nakin!' 2020-05-10 09:01:00   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan    COLEMÊRG - Hevşaredara bajarê Colemergê Hûmeyra Armut, diyar kir ku qeyûm di serî de xebatên jinan asteng kir û got: "Bi tayînkirina qeyûmê re xebatên me nîvco man. Jinên ku di vê pêvajoyê de bi zor û zehmetiyan re rûbirû man dîsa jî xebatên xwe domandin. Em ê li dijî polîtîkayên qeyûman bi hev re dê xebatên xwe bidomînin."   Di 31’ê Adara 2019’an de li Tirkiyê hilbijartina xwecihî pêk hat. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî hemû zext û zordariyan  hilbijartina xwecihî de li 65 bajarên kurdan şaredarî bi dest xistin. Li hêj salek ser re derbas nebû bi giştî 40 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin.  Yek ji şaredariya ku ji hêla qeyûm ve hatî desteserkirin jî şaredariya Colemêrgê ye. Derbarê pirsgirîkên xizmetan de û polîtîkayên ku qeyûm li bajêrê dide meşandin hevşaredara Colemêrgê ya ku şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Humeyra Armut axivî.    Hûmeyra, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tundiya li ser  jinan û anî ziman ku li gel desteserkirina şaredariyên HDP'ê li bajaran tundî zêde bû û wiha axivî: " Yek ji têgihiştina partiya me ya ji rêveberiya herêmî, têgihiştina şaredariya azadîxwaz a jinê ye. Bi vê zanistiyê me dest bi xebat û projeyên xwe kir. Bêgûman ev dem ji bo pêkanîna van projeyan pir kêm bû. Ji ber ku demeke pir kin de qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Ji ber tayînkirina qeyûman projeyên me nîvco man."   'Bi qeyûman re xebatên me hatin astengkirin'   Hûmeyra, destnîşan kir ku ji bo jinê gelek xebatên hebûn û wiha dom kir: "Me dixwest ji bo jinan malên tenûrên ava bikin. Me dixwest ku Navenda Jinan a Binevşê ji nû ve vekin û her wiha ji bo ku jin belaş tevlî faaliyetên çandî û hunerî bibin, em di nava xebatên çand û hunerê de bûn. Ger ku îro Navenda Jinan a Binevşê bi awayeke çalak vekirî ba dê alîkariyê bida jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane û dibe ku şîdeta li bajêr kêm bikira jî. Lê niha li bajêr xebat tune û jin li malê terkî li malê kirine. Di vê pêvajoyê de jin bi tundiya fizîkî, derûnî û cureyên din ên tundiyê ve rûbirû ne. Lê mixabin ev xebat û projeyên me bi tayînkirina qeyûman re hatin astengkirin."   'Me tu caran têkiliya xwe bi jinan re qut nekir'   Hûmeyra, bi domdarî anî ziman ku wan tu caran têkiliya xwe bi jinan re qut nekirine û got: "Di pêvajoya karantinayê de li Tirkiyeyê tenê di nava mehekî de 40 jin hatin qetilkirin. Ji van 40 jinan kuştina 20 jinan nayê zanîn û mirina 20 jinan jî bi guman e. Ev jin ji aliyê kesê herî nêzê xwe ve hatin qetilkirin. Di pêvajoyeke wiha zor û zehmet de hewce bû ku şaredariyan ji jinan re pêşengtî bikira, lê mixabin beravajî wê çêbû. Her çend qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin jî me tu caran têkiliya xwe bi jinan re qut nekir. Çiqas ji destê me bê em xwe digihîjin jinan û ji bo ku em bizanibîn di kîjan rewşê de dijîn, em di nav hewlêdanê de ne."   'Li bajêr tenê 2 saetan av tê'   Hûmeyrayê bal kişand ser pirsgirîka bajêr ya avê ya ku bi salaneye nehatiye çareserkirin û wiha pê de çû: "Li Colemêrgê pirsgirêka herî sereke jî pirsgirêka avê ye. Bi salane ev pirsgirêk qet nehatiye çareserkirin. Ev pirsgirîk dibe ku ji ber erdnîgariya wê be û dibe ku jî ji ber polîtîkayên dewletê yên taybet bin. Li Tirkiyeyê herî zêde li Colemêrgê çavkaniyên avê hene. Lê mixabin rojê tenê 2 seatan av diherike. Ev jî di vê pêvajoyê de bi xwe re pêşiya talûkeyê vedike. Ava ku rojê 2 seatan diherike gel bîdonan de dipareze û vê avê hem di nava xwarinê de û hem jî ji bo vexwarinê bikartîne. Ev yeke dibe sedemê pirsgirîkên tendûristiyê. Bi salane gelê Colemêrgê pirsgirêka avê dikişîne."   'Doza nelirêtiyê ji hêla qeyûm ve hat betalkirin'    Hûmeyrayê wiha qala îhaleya avê kir: "Piştî ku me şaredarî ji qeyûman girt me dît ku di îhaleya avê de  nelirêtiyên mezin hatine kirin. Av ji herêma Golanê tê. Piştî ku me ev nelirêtiye dît, me lêkolînek da destpêkirin. Di encama vê lêkolînê de me dît ku gelek riyên boriyên avê nehatine kolandin, ava ku ji bo malekî diçe ji bo mala din naçe. Ji bilî wê boriyên ku 120'an pêk tên bihatana bikaranîn, şûna wan boriyên 180' an pêk tên hatine bikaranîn, hewce bû ku depoyên avê yên mezin bihatana bikaranîn şûna wan ên biçûk hatine bikaranîn. Ji ber vê me serî li dadgehê da û derbarê şîrketê de me wekî şaredariyê doz da vekirin. Qeyûman bêriya vî ne tenê li gel firmayekî, ligel gelek  fîrmayan xebitiye. Her ji van yekî xwe ceribandiye û lê ji xeynî neçareyi pêvetir tiştek din pêk ne anî ne. Me wekî şaredariyê ev yeke wekî heqereta li dijî gelê xwe dît. Ji ber vê me der barê fîrmayê de doz vekir. Di 28'ê cotmehê de doz hat erêkirin û pêvajoya dadgehê hat destpêkirin. Lê qeyûma niha ev doz da betal kirin. Mafê gel yê herî sereke hat binpêkirin. Di vê pêvajoyê de pirsgirîkên mezin tên jiyîn jî av e."   'Di sedsala 21'an de pirsgirêka av û rê...'    Hûmeyra, da zanîn ku qeyûm maaşên wan zîmetkirin û got ku ev jî nîşanî wan dide ku qeyûm ji xeynî xîzmet dayînê bi wan re mijûle û ev nirxandin kir: "Ne tenê pirsgirêka av di heman demê de li bajêr de mazbahanê hatin çêkirin, ev mazbahanê niha bi tu awayî nayê bikaranîn. Ji bo çêkirina vê mazbahanê gelek pere hatin xerçkirin. Li holê de zirareke cidî heye. Li gel van pirsgirîkan di heman demê de pirsgirîkên rê jî hene. Em di sedsala 21'emîn de dijîn, lê li Colemêrgê gel hêj bi pirsgirîkên av û rê re rûbirû ne. Ev yeke jî nîşanî me dide ku qeyûman tu caran bi hişmendiya gel tevnegeriyaye û wê bi hişmendiya gel jî nikaribe bajêr rêve bibe. Ji bo ku qeyûm bi van pirsgirîkan re mijûl bibe mixabin me hedef nîşan dide. Herî dawî maaşên me hatin zîmmetkirin. Ji ber wê îro qeyûm vî tiştî dike. Ev bihiquqiye û em bi tu awayî wî pereyî nedin."   'Li dijî zor û zehmetiyan bi hev re bin'    Hûmeyra herî dawî diyar kir ku ew ê van rojên zor û zehmet bi hevr e derbas bikin û wiha dawî kir: "Di vê pêvajoyê de jin rojên zor û zehmet derbas dikin, pêwîste ku van rojan bi piştgiriya hev derbas bikin. Her çiqas şaredariyên me bi awayeke bêhiquqî hatibin desteserkirin jî em ê li dijî hemû şert û mercên zehmet de li cem gelê xwe cih bigirin. Çiqas ji destê me were, em ê bi hev re ji bajarê xwe re xîzmet bikin û em ê bi hev re van rojan derbas bikin."