'Dayikên ku nikarin zarokên xwe hembêz bikin dê çawa Roja Dayikan pîroz bikin' 2020-05-09 09:40:01   MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê bal kişandin Roja Dayikan û diyar kirin ku ji bo dayikên ku li ser vê axê dijîn re roja dayikan bê wateye û gotin: "Li ser vê axê dayik nikarin zarokên xwe hembêz bikin û ne ji zarok dikarin dayikên xwe hembêz. Ev roj ji bo me rojeke şînê ye."    Sibêhê Roja Dayikan e û li her derê cîhanê tê pîroz kirin. Lê dayikên kurd vê rojê wekî roja şînê îlan kirin. Dayikên Şemiyê û bi hezaran dayikên kurd heman gotinê dibêjin “Ji bo dayikên kurd rojek wisa tune ye, ji ber ku em û zarokên xwe nikarin hev hembêz bikin.” Îsal ji bi vîrûsa koronayê re jî rewşa girtîgehan bû mijar û di heman demê de ji xirakirina goristanan. Bi minasebeta vê rojê Dayikên Aştiyê hestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.     ‘Ev roj roja şînê ye’   Dayika Aştiyê Perîhan Altug a ku li Nisêbîna Mêrdînê dijî, di destpêka axaftina xwe de Roja Dayikan li hemû dayikên ku ji zarokên xwe dûr in pîroz kir û wiha got: “Lê mixabin em çiqas li ser gotin van tiştan bibêjin ji roja dayikan ji bo me tune ye. Ji me re ev roj bê wate ye. Bi salane em vê rojê weke roja şînê derbaz dikin. Li ser van xakan ne dayik dikarin zarokên xwe himbêz bikin ne ji zarok dikarin. Zarokên dayikan yan hatine girtin yan ji hatine qetilkirin. Di vê rewşê de wê dayik bi kêre bi çi armancê roja dayikan pîroz bikin. Ligel vê ji em tim aştiyê diqîrîn. Lê herkes şerê qirêj himbêz dike û kesek qîrînên me nabihîse. Ez bangê hemû dayikan dikim ku ji bo aramiyê dest bidin hev. Bila hemû dayik bikaribin zarokên xwe himbêz dikin. Me ji bo mirinê zarokên xwe neanîne dinê. Ji van zilman re êdî bes e.”   ‘Em nizanin ev roj çawa tê û çawa diçe’   Dayika Aştiyê Koçerî Îldem a ku zarokek yê wê di girtîgehê de ye û yek jî di nava têkoşînê de jiyana xwe ji destdaye di axaftina xwe de cih da van peyvan: “Em nizanin ev roj çawa tê û çawa diçe. Me ji hemû mafên me yên jiyanê mehrum kirin e. Îro jiyana zarokên me ên di girtîgehê de ne ketiye metirsiyê. Ew jiyana xwe hemû di girtîgehan de derbaz kirin. Bifikirin em ne di rojên baş de ne ji di rojên xerab de hevdû dibînin. Em nikarin van hestan bi hev re parve bikin. Zarokên me tenê  heqîqeta xwe parastin e. Lê mixabin ji qanûna darazê ji mehrûm hatin hêştin. Ji ber van gef û zilman, em ê dev ji nasnameya xwe berdin.”   ‘Daxwaza me tenê aşti ye’   Dayika Aştiyê Turkiye Îldem a temenê wê 90 salî ye û ew ji Qosera Mêrdînê ye. Dayika Turkiye di 77 saliya xwe de bi qasî 5 salan girtî ma. Dema derket ji di temenê xwe yê 82 salî de bû. Wê di destpêkê de bal kişand li ser girtina xwe û got ev hikûmet li kesekî nabore û wiha got: "Ne li zarok ne ji li pîr û kalan. Dayikên girtiyan, yên şehîdan û yên şervanan wê çawa van rojan pîroz bikin. Di vê halî de em ê çawa aram bin û van rojan pîroz bikin. Ji bo me roja dayikan tune ye. Heya ku êriş, zilm û gef neqedin ji wê ev wisa berdewam bike. Ji ber ku daxwaza me tenê aşti ye.”   ‘Ma cenet ne di bin lingê dayikên kurdan de ye ji’   Dayika Aştiyê  Raife Ozbek ji di axaftina xwe de da diyarkirin ku ew bi tu şêweyî rojekî xweş ya dayikan derbaz nekiriye û wiha berdewam kir: “Li ser xakên me qetlîam, zilm û êş her tim berdewam e. Destên me her tim li ser dilê me ye. Wê kîjan zarokê me were girtin, kîjan were qetilkirin. Yan ji wê kîjan ji wan di girtîgehan de emrê xwe biqedîne. Dibêjin cenet di bin piyê dayikan de ye. Ma dayikên kurdan tenê vê êşê maf dikin. Îro di girtîgehan de bi hezaran zarokên me jiyana wan di metirsiyê de ye. Goristanên me hatin talan kirin û zarokên me tên qetilkirin. Ev diyariya me ya îsale ya roja dayikan ne. Ji ber ku van yekan ji me re baş dibînin. Ez ji we dipirsim gelo emê çawa di vê rewşê de qala roja dayikan bikin.”