Roja dayikan: 3 jin 3 çîrokên bi êş 2020-05-09 09:28:46   STENBOL - Gulperî, Bediye û Sultan sê jin, bi têkoşîn, bawerî û bêrîkirina  zarokên têdikoşin. Gulperî li gorên zarokên xwe digere, Bediye ku bi zor û zehmet cenazeyê zarokê xwe girt, têdikoşe ku gora wî neyê texrîbkirin. Sultan jî 20 sal e li ber deriyê girtîgehê li benda keça xwe ye.   Her sal di meha Gulanê de duyemîn Yekşem wek Roja Dayikan a Cîhanê tê pîrozkirin. Ev roj bi kulîlk û diyariyan tê pîrozkirin. Lê mixabin ji bo her dayikekê ev roj heman hestan nafirîne.   Gulperî Adar, Bedriye Tunç û Sultan Bozkurt, sê çîrokên cuda, êşeke hevpar…Ew dayikên zarokên bê gor, zarokên girtî ne.   ‘Gora herduyan jî tüne ye’   Gulperî li Tetwana Bedlîsê dijî û hatiye Stenbolê cem keça xwe. Gulperî diyar dike ku du kurên xwe di têkoşîna azadiyê de  windakirine û got: “Min gora herduyan jî nedît. Me cenaze qet nedîtin. 22 sal berê Nedîm Adar, 15 sal berê jî Serdeşt tevlî têkoşîna azadiyê bû. Em nizanin Nedîm kengê jiyana xwe ji dest daye. Serdeşt jî li gorî agahiyan 8 sal berê li Îranê şehîd ketiye. Min gelek dert dît. Tenê dayik vê fêm dikin. Gora herduyan jî tüne ye. Wêneyên zarokên min di cuzdanê min de ye. Gora zarokên min tüne ye. Qe nebûyana gora yekî hebûna. Ez ê biçûma serdana gorê. Di destê min de tenê wêneyên wan ma. Serdeştê min beriya biçe helbestek nivîsî bû. Dabû hevalê xwe. Piştî çû salek şûnde gihişt min. Xwendin û nivîsandina min tüne ye lê ez her tim ligel xwe digerînim.”   ‘Êşa dayikan yek e’   Gulperiyê balkişand ser roja Dayikan û got: “Ji hestiyên zarokên me ditirsin. Xwedê vê qebûl dike gelo?Ev bêrûmetiyek mezine. Em kurd rastî her cureyê zor û zehmetiyê hatin. Lê dîsa jî me serî netewand. Ez Roja hemû dayikên kurd û dayikan pîroz dikim. Ez nikarim dayikan ji hev cuda bikim. Ji ber min zarokên xwe winda kirine ez nikarim dayikên din cuda bikim. Êşa dayikan ji bo min yek e. Gelo dewletê qiymet daye kîjan dayikê. Dayik her roj tên copkirin, rastî heqeretan tên.”   ‘Tevî atengiya ceza kurê xwe defin kir’   Bedriye Tunç jî diyar kir ku kurê wê Cemîl Tunç di 2014’an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de têkoşîn daye . Kurê wê piştî ku li Amedê qedexe hatin destpêkirin di 2015’an de tê Amedê û li Baglarê jiyana xwe ji dest da. Malbat demek dirêj nikare cenazê bigire. Piştî DNA’yê di 2016’an de cenazê didin malbatê. Malbat dixwaze cenaza xwe bibin Qereyaziya Erziromê. Di rê de her tim tên sekinandin. Piştî rêwitiyek dirêj zarokê xwe defin dikin . ‘Ew dar wê şîn bibe’   Bedriyeyê der barê mijarê de wiha got: “Di rojên borî de me bihist ku dîsa gor texrîb kirine. Vê carê gotin bi şaşî wisa bûye. Gelo dema wisa dikin çi diguhere. Rihê wan tedikoşe. Şikandina kevirên gorê rihê têkoşîna wan tune nake.Ev jî zilmkariya wan nîşan dide. Bi vê zilmê wê dawiya wan jî bibe wek ya Saddam. Em bi her awayî têdikoşin. Em xwedî li gorên xwe derdikevin. Em her carê zêdetir xurt dibin. Heta hun dikarin darên wan bişkînin. Lê ew dar wê her tim şîn bibe. Ez roja hemû dayikan pîroz dikim.”   ‘Tu dayikek Kurd vê rojê bi kêfxweşî pêşwazî nake’   Ji dayikên laçik Sipî Sultan Bozkurt ku di heman demê de di însiyatîfa dayikên aştiyê de cih digire keça wê Newroz Bozkurt di 14 salî de tê girtin û rastî cezayê muebetê tê. Newroz 20 sale girtî ye. Sultan wiha dibêje: “Keça min 20 sale girtî ye. Ev ji bo min tiştekî girane. 20 sale di riya girtîgehê de me. Roja Dayikan bi xemgînî derbas dibe. Erdogan dibêje ‘bihûşt di bin lingê dayikan de ye’. Ger wisa be, gelo em jî ne dayik in. Ji ber keça min ne ligel min e. Ev roj ji bo tu dayika Kurd xweş derbas nabe. Ji ber ku zarokên wan girtîne, li çiyane an jî şehdin. Divê qanûna înfazê ji bo her kesî derbasdar bûna. Bila zarokên me jî berdin. Newekheviyek mezin dikin. Bila dest ji vê newekheviyê berdin. Bila dilê dayikan rehet bike.”