‘11’ê Gulanê wê bibe pêla duyemîn’ 2020-05-09 09:23:54   STENBOL - Rîska vîrusa korona berdewam dike û hikûmetê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusê de, daxuyanî da û biryar da ku wê ji 11’ê Gulanê şûnde tedbîr bên sivikirin. Ji ber vê jî fikar zêde dibin. Kedkarên perwerde û tenduristiyê der barê biryarê de axivîn û di mijara encamên nebaş de hişyarî kirin.   Hikûmetê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa koronda de diyar kir ku wê ji 11’ê Gulanê şûnde tedbîr bên sivikirin û der barê vê de jî fikarên welatiyan zêde bûn. Di çarçoveya biryarê de pêkanîna ezmûnên ketina zanîngehê, vekirina kuafur û AVM’yan hene. Li gorî zanistan ev biryarên mijara gotinê wê duyemîn pêla vîrusê jî Bi xwe re bînin.   Kedkara tenduristiyê Ferdahane Çakir Dogan û Sekteretera Jinan a Şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Senê Gamze Yildirim der barê vekirina kargeriyan de hişyarî kir û got ev tedbîr ne rastin.   ‘Ev tedbîr bi xeterin’   Ferdane Çakir Dogan got ji bo rîska vîrusê ji holê rabe, nermkirina tedbîran gelek bi xeter û şaş e û wiha pê de çû: “Kuafur û berber wê di 11’ê Gulanê de vebibin. Divê demildest, ji vê biryarê vegerin. Em hemû dizanin ku li kuafuran navber tune. Bi vî awayî xizmet tên dayîn. Yanî têkiliyek nêz mijara gotinê ye. Îro em neçin kuafur û berberan tiştek nabe. Lê vekirina van qadan bi rastî jî rîsk e.”   ‘Hişê mirovan van pêkanînan nagire’   Gamze Yildirim jî got ev biryarên di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusê de hatine girtin wê rê li ber pêlek nû vebikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zanist diyar dikin ku xetereya vîrusê didome û di rewşa ku tedbîr bên nermkirin de wê encamên giran derkevin holê. Bi taybet ezmûnên ketina zanîngehê di demek nêzde wê bên kirin. Ev ji bo welat xetereyek mezin wê ava bike. Divê ezmûn neyên kirin. Ev ezmûn pêşeroja xwendekaran bi bandor dike.”