'Pereyên ku em dişînin nadin girtiyan' 2020-05-09 09:20:00   WAN - Dayika girtiyê bi navê Botan Tîmur, Aslihan Tîmur diyar kir ku  2 meh berê bi rêya  PTT’ê pere ji kurê xwe re şandiye lê hîna pere neketiye hesabê wî û got: “Pereyê em dişînin jî nakin hesabên zarokên me. Gelo wê zarokên me xwe çawa biparêzin.”   Ji ber vîrusa korona rîska li girtîgehan jî mezin dibe. He wiha li gorî agahiyên ji girtîgehan tên li gelek girtîgehan tedbîr nehatine girtin û binpêkirina mafan zêde bûye. Girtiyên bi telefonê li malbatên xwe digerin jî diyar dikin ku ewlehiya canê wan tune.   ‘Em ji ber vîrusê betal man nikarin pere bişînin’   Botan Tîmur li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T ya Wanê 5 sale girî ye û di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re diyar kir ku pereyên ku malbatên wan dişînin di hesabên wan de tüne ye û ji ber vê nikarin alavên pajiyê bigirin. Dayika wî Aslihan Tîmur wiha got: “Kurê min got şertên wan nebaşin. Ji ber aboriyê ji xwe em nikarin pere bişînin û ew jî nikare her tiştî bigire. Ji ber koronayê em betal man. Karek tüne ye ku zarok bixebitin. Kargeh hatin girtin û em zêdetir xizan bûn.”   ‘Divê em ji bo zarokên xwe bêdeng nemînin’   Aslihan ku 6 zarokên wê hene û 3 zarokên wê ceza li wan hatiye birîn, wiha got: “Zarokekî min ji ber ceza derket derveyê welat. Kurê min yê girtîgehê du sale min ew nedîtiye. Dukana min ya me pê debara xwe dikir, hat girtin, alavên me hatin dizîn. Bang li hemû dayikan dikim. Bila bêdeng nemînin. Ji bo zarokên xwe tiştekî bikin. Divê em ji bo zarokên xwe têbikoşin û dengê xwe bilind bikin.”   ‘Ger hewce bike em ê biçin ber wezareta dadê’   Aslihanê destnîşan kir ku 2 meh berê ji bo Botan pere razandine lê hîna neketiye hesabê wî û wiha dawî lê anî: “Em ji PTT’ê dipirsin dibêjin wê biçe. Dîsa min pere deyn kir û jêre şand. Lê got ev pere nehatiye dayîn. Pereyên berê jî nehatine razandin. Zarokên me digirin û davêjin zindanan. Qanûn derxistin hemû diz, kujer û tecawizkaran fêde girt. Em vê qebûl nakin. Ger hewce bike em ê biçin ber Wezareta Dadê çalakiyê bidin destpêkirin.”