Dayik di Roja Dayikan de li ser gorên zarokên xwe nobetê digirin 2020-05-08 18:34:10   AMED - Dayikên Aştiyê bi minasebeta roja dayikan peyamek parve kirin û gotin: "Dema zarokên me ne li cem me bin em ê çawa vê rojê pîroz bikin. Dayikên ku li ser goran nobetê digirin dê çawa vê rojê pîroz bike. Di Roja Dayikan de tenê êşên me nû dibe û em vê rojê pîroz nakin."   Her sal di hefteya duyem a gulanê de Roja Dayikan tê pîrozkirin. Lewra li ser van xakan gelek dayikên weke Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û Dayikên Laçikspî bi hesreta zarokên xwe re verojê derbaz dikin. Dayikên Aştiyê yên li Amed, Sêrt, Îzmîr û Stenbolê bi minasebeta roja dayikan peyamek ji raya giştî re parve kirin. Dayikan di peyama xwe de dan zanîn ku ew ji zarokên xwe dûr in û wê vê rojê pîroz nakin.    ‘Ev roj êşên me nû dike’   Dayika Aştiyê Hava Kiran di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku her tim hêviya wan aştiye heye û wiha got: “Em tim aştiyê dixwazin, lê ji dayikên kurdan re rojek wisa tune ye. Ji ber ku zarokên me ne li gel me ne. Yan di girtîgehan de ne yan ji di nava goran de ne. Ew ji ne bes e ji gorên wan ji nagerin. Îro dayikên me li ser gorên zarokên xwe nobetê digirin, gelo wê çi rojê û bi çi wateyê pîroz bikin. Ez dixwazim dayika Halîse Îpek a ku cenazeyê kurê wê bi riya PTT’yê hatiye şandin bi bîr bînim. Ew dayik û em ê wê vê rojê bi kîjan keyfê pîroz bikin. Ev roj tenê êşên me nû bikin. Hikûmet ji bo vê yekê çi ji destê wan tê dike. Hûn tim dibêjin cenet di bin lingê dayikan de ye. Ma gelo hûn me dayik nabîninin. Em weke dayikên aştiyê bang dikin ku deriyê girtîgehan vebin û ev îşkenceya li dayikên kurd tên kirin werin rawestandin. Hêviya me aramî û aştiye. Heya ku ew roj neyên ji me re roja dayikan tune ye.”   ‘Armanca dayikên kurd aştiye’   Dayika Aştiyê Koser Xewlete ji da diyar kirin ku ew ê vê rojê pîroz nekin û wiha berdewam kir: “Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê,  Dayikên girtiyan û bi hezaran dayikên kurd tenê daxwazek ya wan heye aştî û wekhevî. Lê tişta layiqê wan hatiye dîtin xem, îşkence û zilm e. Di roja dayikan de dayik li ser gorên zarokên xwe nobetê digirin, ez ji we re dibêjim ma eve mafê me dayikan. Heya ku hêstirên çavên dayikan birijê em ê van rojan pîroz nekin.”   ‘Ev roj ji bo me rojek reş e’   Dayika Aştiyê Qudret Eryilmaz da zanîn ku roja dayikan ji me re rojek e reş e wiha axivî: “Ger zarokên te li gel te bin, ev roj nayê pîroz kirin. Temaşe bikin rojek yê me ji wisa derbaz dibe ku em vê rojê pîroz bikin. Ez ê piştî zarokên xwe yên ku şehît ketine çawa van rojan pîroz bikim. Min zarokek yê xwe da axê û yek ji di girtîgehan de emrê xwe qedand. Ligel vê ji tenê daxwazek yê me heye, aştî û wekhevî.”   ‘Dayik li ser goran nobetê digirin’   Dayika Aştiyê Pîruz Kurt ji da zanîn ku ji bo wan rojên taybet tune ne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em weke hemû dayikan vê rojê li gel zarokên xwe derbaz nakin. Ger dayik û zarok ne li gel hevbin ma çi wateya wê rojê heye. Ger zarokên me li gel me bin enceq wê demê em ê bikaribin vê rojê pîroz bikin. zarokên me tên kuştin, gorên wan tên xirakirin û heqaret li dayikên wan tên kirin.  Li gel vê yekê ji tenê daxwazek yê me heye ku zarokên me li gel me bin.”