Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-05-08 15:29:17   STENBOL - Malbat û Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza biçin Îmraliyê Ocalan û girtiyên din ziyaret bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dinç, bi boneya di navbera 11-15'ê Gulanê de biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Raziye Turgut, Îbrahim Bîlmez û Serbay Koklu jî, bi boneya di navbera 11-15'ê Gulanê de biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê girtî Omer Hayri Konar Alî Konar, birayê girtî Hamili Yildirim Polat Yildirim û xwişka girtî Veysi Aktaş Melihe Çetin jî bi daxwaza biçin Îmraliyê û xizmên xwe yên girtî bibînin, bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Malbatan dîsa xwestin mafê girtiyan ê hevdîtina telefonê bê dayîn.    Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, di 15'ê Adara 2015'an heta niha, tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê tebaxa 2019 û 2'ê Adara 2020'an bi malbaten xwe re hevdîtin kirin. Hamîlî Yildirim jî ji roja birine Îmraliyê 15'ê tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi malbatê re hevdîtin kiriye.