'Em ê ji bo cîhaneke xweş têkoşîna xwe bidomînin' 2020-05-08 14:22:29   ÎZMÎR - Di têkildarê Roja Dayikan de Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê daxuyaniyek da û gotin: "Ji bo em hin cîhanek xweşik û cîhanek ku jin û zarok neyên qetilkirin biafirînin têdikoşin. Bila bê zanîn ku em ê teqez bigîhijin cîhaneke xweş."   Bi minasebeta Roja Dayikan, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê têkildarî li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Jinên tevlî daxuyaniyê bûn laçikên spî li stûyê xwe pêçan. Berdevka Meclîsê Serap Kuçuk daxuyaniyê xwend.   Serap, destnîşan kir ku beriya her tiştî jin û dayik bi metirsiya vîrûsa koronayê re rûbirû ne û wiha axivî: "Di reklamên televîzyonan de, li bilborda qala roja dayikan tê kirin. Qaşo bi hevokên xweş bazadiya diyariyan dikin. Tişta ku ji bo dayikan re bestandin ji hêla pergalê ve tê diyarkirin. Bi bangewaziyên li malê bimînin re jin bi şîdetê re rûbirû man. Di pêvajoya pandemî de ji bo parastina jinê ya li dijî şîdet û kuştinê tu tedbîr nehatin girtin. Di rewşeke wisa de roja dayikan pîroz dikin û nêzîkatiya xwe aşkera dikin."   Serap, diyar kir ku bi zordestiya faşîst re rûbirû mane û got: “Mehek berê cenazeyek bi kargoyê ji dayikekê re hat şandin. Hêj çend sal berê dayikek ji bo cenazeyê keça wê xera nebe di sarincê de hiştibû. Navê vê yekê faşîzm bi xwe ye. Em pergala faşîst ji van sepanan nas dikin."   Serap di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku grîngiyê nadin dayikan hin bêtir girîngiyê didin zordestiyê û wiha bi lêv kir: "Ji bo em hin cîhanek xweşik û cîhanek ku jin û zarok neyên qetilkirin biafirînin têdikoşin. Bila bê zanîn ku em ê teqez bigîhijin dinyayek xweş."