'Em li dijî tehdît û şantajan gav paşde neavêjin' 2020-05-08 14:15:32   BEDLÎS - Rêxistina HDP'ê ya Bedlîsê bertek nîşanî revandina Hatice Buşra Kuyu ya ji aliyê kesên xwe polîs dan naskirin, da û got:"Em li dijî tehdît û şantajan gav paşde neavêjin."   Rêxistina HDP'ê ya Bedlîsê derbarê revandina Hatice Buşra Kuyu ya ji aliyên kesên xwe wekî polîs dan naskirin de daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya HDP'ê hat kirin. Hevserokê HDP'ê yê Bedlîsê Rumet Dûrsûn anî ziman ku divê rayedar demildest daxuyaniyê bidin.    Rûmet got:"Di vê pêvajoya zextê de rêveber, endamên me tên girtin û binçavkirin niha jî bi rêbazên çetewarî tên tehdîtkirin û revandin. Bila ev baş bê zanîn ku em li dijî tehdît û şantajan gav paşde neavêjin. Em ê xebatên xwe bidomînin û heta dawiyê têkoşîna xwe mezin bikin."