Şaredariya qeyûm bi rê ve dibe çop li ser erdan vala kir 2020-05-08 12:18:00   WAN - Şaredariya Ebexê ya qeyûm bi rê ve dibe çopên ku ji kuçeyan berhev dike li ser erdan vala kir.   Şaredariya Ebexê ya Wanê ya qeyûm bi rê ve dibe çopên ku ji kuçeyan berhev dike li ser erdan vala kir. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan.    Endamê meclîsa HDP'ê Suat Çevik diyar kir ku ji bo çop bên hevdan wan serî li şaredariyê dane lê lê derbarê vê yekê de hîn xebat nehatine kirin û wiha got:"Ev erdên ku çop lê tên valakirin cihê jiyanî ne. Bi vî awayî xwezayê qirêj dikin. Qeyûm wekî her xebatê di xebata berhevkirina çopê de jî di polê de ma. Bi barîna baranê ev çopan belav dibin. Qeyûm nikare navçeyan bi rê ve bibe. Ev yek nayê qebûlkirin."