6 gardiyanên li Girtîgeha Mêrdînê bi Vîrusa Koronayê ketin 2020-05-08 10:27:05   MÊRDÎN - 6 gardiyanên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê bi Vîrusa Koronayê ketin. Berê jî ev bûyer hatibû rojevê lê rêveberiya girtîgehê îdiayên karantînayê qebûl nekiribû.    Li Tirkiyeyê ji ber Vîrusa Koronayê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û kesên bi vîrusê ketine jî hejmara wan her ku diçe zêde dibin. Girtiyên di girtîgehan de jî ji ber Vîrusa Koronayê di bin talûkeyê de ne. 6 gardiyanên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê bi Vîrusa Koronayê ketin. Berê jî ev bûyer hatibû rojevê lê rêveberiya girtîgehê îdiayên karantînayê qebûl nekiribû.    Berê jî di rojevê de cihê xwe girtibû   Xebatkarê tenduristiyê ku nexwest navê xwe bide anî ziman ku du hefte berê jî 20 gardiyan ji ber gumana virûsê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar derbarê gardiyanan de di rojên borî de bi pêşnûmeyê ev mijar biribû meclîsê.    Xizmên girtiyan jî bertek nîşanî vê yekê dan û anîn ziman ku girtî di vê mijarê de nehatine agahdarkirin.