Ji jinên TJA’yê ji bo Gulîstan Doku bang 2020-05-08 09:18:24   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinên TJA’yê der barê xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê ji 5’ê çile de winda ye, bertek nîşan dan û gotin: “Tevî evqas derfetên dewletê hene, hîna Gulîstan nehatiye dîtin. Bila Gulîstan Doku demildest bê dîtin.”   Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Beşa Pêşketina Zarokan Gulîstan Doku (21) ji 5’ê Çile de ye winda ye û herî dawî li ser pira Dînarê hatiye dîtin û ji ber vê jî îhtîmala ku di avê de ye bal kişand. Emniyet û Walîtiya Dêrsîmê jî bala civakê kişand ser ‘întîxarê’ û gotin tenê di avê de ye lê mixabin tevî 122 roj derbas bûye jî nehat dîtin. Li aliyê din hezkiriyê berê yê Gulîstanê û yekem gumabarê bûyerê Zeynel Abakarov jî derket derveyê welat û der barê vê de jî bertekên mezin tên nîşandan. Rêxistinên jinan ji destpêka pêvajoyê de ye bang dikin ku Gulîstan bê dîtin.   Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Edenê jî bi mehan ji bo Gulîstanê têdikoşin.   ‘Divê hemû kes dengê xwe bilind bike’   Berîvan Gokalp a TJA’yî got tevî evqas derfetên dewletê hene Gulîstan nayê dîtin û got: “Bi mehan eem ji bo bûyerê dengê xwe bilind dikin. Em baş dizanin ku dewlet bixwaze wê demildest bê dîtin. Em dixwazin ku bê dîtin, sax an jî mirî. Malbata wê bi mehane êşke mezin dikşîne. Divê em êşa malbatê hîs bikin. Ji vê êşê girantir êş tune ji bo dayikekê. Daxwaza malbatê eve ku bendav bê valakirin. Ji ber dewletê hemû lêgerînên xwe li ser bendavê kiriye. Divê wê demê jî daxwaza malbatê bê qebûlkirin. Her wiha divê partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî li dijî vê dengê xwe bilind bike.”   ‘Ev nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember jinê nîşan dide’   Suzan Yîgît jî bi lêv kir ku xebatên dewletê têr nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi mehane tu pêşketin tüne ye. Hemû xebat di bendavê de tên kirin. Tiştek jî dernakeve. An bendavan vala bikin an jî li cihên din lê bigerin. Ya herî girîng jî hîna der barê Zaynal Abakarov de tu tiştek nehatiye kirin. Gelo çima pê bawer dikin, çima lêkolîn nakin? Ji bo ku bavê wî polîs e? ji ber vê rehet digere û derdikeve derveyê welat. Ev nêzîkatiya dewletê ya li hember jinê nîşan dide.”   Saniye Seçkîn jî bi lêv kir ku nedîtina Gulîstanê şerma dewletê ye û ev tişt daxuyand: “Em vê rewşê qebûl nakin. Ger dewlet baş eleqeder bibe wê Gulîstan bê dîtin. Li welat nêzîkaitya hiqûq û emniyetê ya li hember jinan li holê ye. Kujerên jinan, yên şîdetê li jinan dikin nayên cezakirin. Em dixwazin ku çi bi Gulîstanê hatiye derkeve holê. Ez bang li hemû jinan dikim. Gulîstan ji bo hemû jinan sembol e. Ji bo cînayet derkeve holê divê em dengê xwe bi hev re bilind bikin û ji bo dîtina wê têbikoşin.”