Sûrên dîrokî yên Cizîrê li ber hilweşînê ne! 2020-05-08 09:11:29   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Li Cizîrê, sûrên dîrokî yên xwedî dîrokeke 6 hezar sal ji ber neparastinê li ber hilweşînê ne. Her wiha ber sûran jî veguhertine sergoyê.     Li navçeya Cizîr a Şirnexê, sûrên xwedî dîrokeke 6 hezar sal hatine asta hilweşînê. Sûrên ku ji aliye Wezareta Çand û Turîzmê ve wekî qada SÎT'ê hatibûn diyarkirin, niha piraniya wan hilweşiya ne. Deverên mane jî, ji ber zêdetirî 160 sal in ji aliyê leşkeriyê ve hatine bikaranîn, li gor pêdiviyên leşkeriyê hatine sererastkirin û hatine texrîbkirin. Şaredariya BDP'ê ya wê demê û hin rêxistinên civaka sivîl,  yên wê demê hewl dan û di 12'ê Sibata 2010'an de sûrên wekî qada leşkeriyê dihatin bikaranîn ji dest leşkeriyê derxistin.  Lê belê sûrên mayî jî niha li ber rûxandinê ne.     Dîwarên Birca Belek hildiweşin!   Bi taybetî jî Birca Belek ku bi salane li ser piyan maye bi xeteriyê re rûbirû ye. Hin dîwarên Birca Belek ji ber tu tedbîr nehatine girtin hilweşiya ne. Her wiha ji ber ku nehatiye parastin bûye sergo û gelaş lê htiye valakirin. Her wiha hêleke din a Birca Belek di demên dawî de bûye mekanê tiryakfiroj û tiryak kêşan. Nexasim jî li hêla ku ronahî lê tune ey.   Êvarî dibe bazara tiryakê û tiryakêşan. Her wiha temenê zarokên ku tiryakê jî dikişînin ji 14 salî dest pê dike.   Dîroka sûran   Sûrên Cizîrê ji keleha ku kêleka Çemê Dîcle ku di nav bajêr de derbas dibe destpê dike, heta Goristana Asrî yê 3 kîlometreyan dirêj dibe. Tê gotin ku sûrên Cizîrê ji aliyê Gutî yan ve hatiye avakirin. Sûrên Cizîrê ji Med, Roma, Sasanî, Pers, Abbasî û Mervanî û gelek medeniyetên dinê re mazûbaniyê kiriye.      Dîroknasên Romayê ku cara yekem B.Z. di 298’an de ber bi Mezopotamyayê ve rêwîtî kirine Sûrên Bezabde(Beriya Îslamiyetê navê ku dane Cizîrê)  wekî çavkaniyên Sûran derbasî qeydan kirin. Herwiha din ava van Sûran de ji xeynî Medreseya Sor 8 birc hene.         5 birc li aliyê başûr, 2 birc li aliyê bakur û yek jî li aliyê rojava li ser sûran hatine avakirin. Sûr, bi kevirên kils ên spî û her wiha kevirên bazalt ên reş  gelek balê dikişînin. Bilindbûna sûran 14-15 metre ye.  Berê gelek deriyên sûran ji aliyê gelek dewletên cûda ve hatinE hilweşandin. Deriyê Deşt û Deriyê Torê jî ji van yek e.   Sererast xebat nehatin kirin   Di navbera salên1990-1997’an de ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve hîn sûrên navçeyê hatine restorekirin. Lê belê ev restore ji ber ku li dijî xwezaya sûran hat kirin gelek hat rexnekirin. Her wiha Walîtiya Şirnex, Qeymaqamê Cizîrê û Şaredariya Cizîrê ku projeya “Şehrî Nuh bi xwe ve tê” dan destpêkirin di çarçoveya wê de etapa yekem Leşgergeha Hamîdiye û avahiya şaredariyê ya kevn ku di hindirê kelehê de cih digire hatin restorekirin. Lê belê di etapa duyem de dest nedan sûran. Gelek beşên sûran jî di bin avabûna 50 salan de man û xebatên arkeolojîk jî bi tenê heta demekê berdewam kirin.