‘Di meha Remazanê de, dewleta tirk êrîşî herêmên me dike’ 2020-05-08 09:04:16   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Hevseroka Encûmana Zagonsaz a Herêma Firatê Fewzê Ebdî, derbarê  êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên wan ên di meha Remezanê de nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Tevî ku em niha di meheke pîroz de ne dewleta tirk êrîşên xwe ser herêmên me didomînê û kiryarên xerab ser gelê me dide meşandin.”    Di ola îslamê de meha Remezanê xwedî taybetmendiyeke cuda ye, tevî ku di her olekê de roj yan jî mehên taybet hene, her mirov gor baweriyên xwe tev digere.  Di derbarê meha remazanê û êrîşên dewleta tirk  de Hevseroka Encûmana Zagonsaz ya Herêma Firatê Fewzê Ebdî axivî.   ‘Di hemû olan de mehên pîroz hene’   Fewzê destnîşan kir ku pêwist e di vê meha pîroz de şer bê rawestandin û wiha domand: “Niha em di meha remezanê de ne, çawa ku di hemû olan de mehên pîroz hene, di ola mislimanan de jî meha Remezanê mehek pîroz e. Di vê mehê de pêwist e mirov bi hezkirin, niyetek paqij nêz bibe, da ku ev meh bi rihekî xweş bê pêşwazîkirin. Ya herî girîng pêwist e di vê mehê de şer, kuştin û dijminatiya beramberî hevdu bê bi dawîkirin. Di aliyê başiyê de pir aliyên baş yên Rojiyê hene, mirov dikare nefsa xwe terbiye bike, di aliyê derûnî û tendirustiyê de baş e û yek ji rêbazên civakbûyinê di nava gel de dide avakirin.”    ‘Dewleta tirk di vê meha pîroz de êrîşî herêmên me dike’   Fewzê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên di meha Remezanê de  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sedema  şewba Vîrsua Koronayê  civaka navneteweyî ji bo dewletên  ku di nav şer de cih digirin, agirbest ragihandin. Dewleta tirk a dagirker tevî belavbûna Vîrusa Koronayê jî êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûreyeyê berdewam dike. Di vê meha pîroz de di rewşa Vîrusa Koronayê de jî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmen me berdewam dikin.”    ‘Dewleta dagirker ola îslamiyetê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne’   Fewzê di derbarê tecawiza li  jinan tê kirin û pîvanên ola îslamiyetê çawa tê binpêkirin de wiha got: “Dewleta tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku dagir kiriye di bin navê îslamiyetê de xwe vedişêre û hemû kiryarên xirab li ser gelên van deveran dide meşandin. Di vê meha pîroz de dewleta tirk li Efrînê teqîn pêk anî, rojane êrîşî navçeya Eyn îsa ya herêma Firatê dike, deverên ku dagir kirine rojane jin  tê de tên tecawizkirin, qetilkirin û kuştin. Herî dawî jî bi balafirên keşfê êrîşî navenda Asayîşê ya herêma Firatê kir.”