'Avakirina yekîtiya kurdan hêza li dijî planên dagirkeriyê ye' 2020-05-08 09:02:15   Ronî Hemo   ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Herêma Efrînê Şîraz Hemo, derbarê rewşa geşedanên li herêmê  û banga yekîtiya Gelê Kurd nirxand kir. Şîrazê wiha got: "Hêza kurdan di yekîtiya wan de ye. Bi rêya yekîtiyê wê pilanên dagirkeran bên hilweşandin û hebûna kurd mayinde bibe."   Bi destpêkirina belavbûna Vîrûsa Koronayê, tevahî dewlet di tevgera parastina gelê xwe ya ji vîrûsê de ne. Civaka navneteweyî  li gor vê rewşa xeter a Vîrusa Koronayê, banga agirbestê li tevahî welatên ku di nava şer de, kir. Hemû aliyên ku di nava şer de ne li vê bangewaziyê guhdar kir, lê dewleta tirk ev bang pêşwazî nekir û heta niha kiryarên xwe yên êrîşkar ên bi ser gelan de didomîne. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Herêma Efrînê Şîraz Hemo nirxand kir.   'Dewleta tirk bê navber gelê sivîl topbaran dike'   Şîrazê di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser rewşa ku tevahî cîhan tê de derbas dibe û wiha got: "Rewşa Vîrûsa Koronayê li hemû cîhanê belav bûye û cîhan tevahî ketine nava tevgera  bidawîbûna ji bo Vîrusa Koronayê. Bi armanca rêgirtina pêşiya vîrûsê, civaka navneteweyî bang li terefên ku di nava şer de ne  kir ku agirbestê çêbikin. Dewleta tirk ev bang pêşwazî nekir. Weke firsetekê dît ku pê dagirkeriya xwe mayinde bike. Dewleta tirk bê navber gelê sivîl topbaran dike, herêmên wan yên ku dagir kirine guhertinên demografîk lê pêk tîne û gel bi koçberiyê re rû bir û dimînin.”   'Gelê Kurd berxwedêr in'   Şîrazê di heman demê de bal kişand ser têkoşîna şêniyên Efrînê yên li Şehbayê ya hember êrîşên dewleta tirk û wiha pê de çû: “Di dîroka dewleta tirk de her tim Gelê Kurd  weke dijmin hatiye dîtin. Bi rêya komkujiyan tirkiye hewil dide ku hebûna me bi dawî bike. Heta niha bi rêbazên herî qirêj êrîşî herêmên me dike, sivîlan qetil dike û wan ji ser axa wan koçber dike. Êrîşên hovana kiryarên dijmirovî ne û tu kes vê zilmê ser xwe qebûl nake. Tevî zehmetiyan jî em ê li ber xwe bidin, heta ku dagirkerî ser axa me bi dawî bibe. Gelê kurd berxwedê rin.”    'Destûra ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tê de hebin, wê çareseriyên mayinde bi dest bixe'   Di dewamiya nirxandina xwe de Şîrazê bal kişand ser  komîteya destûrî û hilbijartinê li Sûriyeyê û wiha domand:” Bi hatina sala 2021’an wê hilbjartina serokatiyê li Sûriyeyê bê kirin. Li gor siyasetên ku tên meşandin, aliyên siyasî yên li Sûriyeyê wê hewil bidin ku rojeveke siyasî ava bikin. Komîteya nivîsandina  destûra Sûriyeyê  ji ber rewşa Vîurusa Koronayê  xebatên xwe daye sekinandin, lê divê destûreke nû ji bo Sûriyeyê bê çêkirin û tê de nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hebin.  Eger nûnerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nivîsandina destûrê de nebe, wê ev destûr  pergala wê vala be û nikarîbe xizmeta mirovên civaka Sûriyeyê bike. Destûra ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tê de hebin, wê çareseriyên mayinde bi dest bixe.”   'Avakirina yekîtiya kurdan hêza li dijî planên dagirkeriyê ye'   Şîrazê di dawiya gotinên xwe de bi banga yekîtiya kurdî kir û ev tişt got: ”Divê lihevkirin di navbera kurdan de pêk were, yan na em ê bê maf û bindest bimînin. Hêza kurdan di yekîtiya wan de ye. Bi rêya yekîtiyê wê pilanên dagirkeran têk biçe û hebûna kurd mayinde bibe. Avakirina yekîtiya kurdan hêza li dijî planên dagirkeriyê ye.”