SES: Bi qasî pêdiviyê divê qadro bên zêdekirin 2020-05-07 16:14:53   ENQERE - Di têkildarî vîrûsa koronayê û rewşa xebatkarên tenduristiyê de, Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, encama anketên hatine amadekirin parve kir û got: " Divê bi qasî pêdiviyê qadro bên zêdekirin û hemû kedkar û karkerên ku li dijî hiqûqê hatine îxrackirin dîsa li karên xwe vegerin."    Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), têkildarî rewşa vîrûsa korona û tedbîrên li dijî wê tên girtin anketek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Xizmetkarên tenduristiyê civîna çapemeniyê li Navenda Giştî ya SES'ê li dar xistin û bi civînê encama anketê bi raya giştî re parve kirin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Erden, Endamên navenda SES'ê Pinar Îçel û Aylin Akçay tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, encama anketa bi sernavê “Di serdema şewbê de tedbîrên xizmeta civakî kêm in; Barê kar zêde ye" parve kir.   Gonul, diyar kir ku qada xizmeta civakî yek ji perçeyekî qada tenduristiyê ye û got: "Di vê pêvajoya şewbê de erkek mezin dide ser milê xebatkarên tenduristiyê. Yek ji qadên ku ku karê wê û rîska wê zêde ye. Di vê pêvajoya şewba korona yê de tedbîrên tekasesî yên li dijî şewbê pir kêm in. Li 30 bajaran bi tevlêbûna 115 saziyên xizmeta civakî anket hat amadekirin.   Di anketê de ev encam derketin;    * Li saziyan tenê ji sedî 58'an bi têra xwe rûpoş hene. Ji sedî 6'ê saziyan rûpoş tune ye. Ji sedî 35'ê saziyan rûpoş heye, lê kêm in. Ji bo tevahiya ekîpmanên parastinê em dikarin bêjin bi qasî tune ye pir kêm e.    * Ji sedî 62'ê saziyan têra xwe lepik heye. Ji sedî 9'an lepik qet tune ye. Ji sedî 29'an lepik kêm e.    * Dezenfektana destan ji sedî 77'an li saziyan heye. Ji sedî 9 qet tune ye. Ji sedî 13 heye, lê kêm e. Dezenfektana erdê ji sedî 17 qet tune ye. Ji sedî 13 kêm e.    * Li saziyan ji sedî 57 desmalên bi alkol tune ye. Ji sedî 29 rûpoş bê qalîte ne. Lepik jî ji sedî 11 bê qalîte ne. Ji sedî 38 jî tenê li hin beşan bi qalîte ye.    * Ji sedî 57'ê saziyan perwerdehiya li dijî korona qet nehatiye dayîn.    * Li saziyan ji sedî 75  bi dorveger dest bi xebatê hatiye kirin. Ji sedî 13 bê dorveger xebat tê kirin. Ji sedî 8'ê saziyan saetên xebatê hatine zêdekirin.   * Li saziyan tenê ji sedî 31 li gorî rewşa şewbê plana xwarin û xwedîkirinê hatiye kirin. Li saziyan ji sedî 45 wekî pergala berê plana xwarin û xwedîkirinê didome.    * Kedkarên xizmeta civakî ku ji sedî 37 li saziyan kar dikin, di çarçoveya ‘Projeya Vefa' de hatine peyvirdarkirin. Karê ji qeynî peyvirê bi xizmetkaran tê kirin. Hevalên me yên kedkar ku dixwazin mafê xwe yê îtîrazê pêk bînin rastî tundiyê tên. Rastî gefa ku ji kar bên derxistin tên.    Li gorî encama anketê em dixwazin rewşa li qadê bi lez li ber çavan bê girtin û bi lez tedbîr bên girtin. Divê bi qasî pêdiviyê qadro bên zêdekirin û hemû kedkar û karkerên ku li dijî hiqûqê hatine îxrackirin dîsa li karên xwe vegerin."