'Di nava 4 mehan de mafê 204 jin û zarokan hat îhlalkirin' 2020-05-07 15:55:30   ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Îzmîrê rapora xwe ya 4 mehan aşkera kir û got: "Di nava 4 mehan de li 12 bajaran mafê 141 jinan û mafê 63 zarokan hatiye binpêkirin."   Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, derbarê îhlalkirina mafên jinan de rapora xwe ya 4 mehan aşkera kir. Li ser navê komîsyonê Cemîlê Karakaya rapora ku hatî amadekirin parvekir.    Cemîle, diyar kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê sererastkirinên qanûnan hêj jî terê nakin û got: "Dema jin bixwazin doza hevberdanê vekin, ji hêla mêrên derdorê ve bi şîdetê re rûbirû dimînin û an jî tên kuştin. Wekî pirsgirêka di nava malê de bûyer tê veşartin. Bûyerên ku li dadgehê jî bi kêmkirina ceza û yan jî tehliyekirinê sûcdar bêceza dimînin. Her wiha gelek caran qereqol jî şîdeta pêk hatî naxwaze bibîne. Ev tişt jî dibe sedem ku jin carek din bi şîdetê re rûbirû bimîne."   Cemîle, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de jin neçar ma ku bi êrîşkarên xwe re li malê bijîn û ev jin her roj bi êrîşê re rûbirû man. Zarokên ku şahidiya şîdetê dikirin jî travmayeke mezin jiyan. Her wiha bi pêvajoya pandemiyê qanûna înfazê jî hat erêkirin û êrîşkar serbest hatin berdan. Êrişkar û mexdûrên êrîşan nêçar man ku bi hev re bijîn."   Cemîle, wiha qala naveroka rapora komîsyonê kir: "Di nava 4 mehan de 25 jin bi şîdeta fîzîkî re, 10 jin bi taciz û tecawizê re û jinek jî bi rêya medyaya civakî bi êrîşê re rûbirû maye. Mirina 17 jinan bi guman e, 22 jin hatin kuştin, 14 jin hatin tehdîtkirin, 46 jin bi zorê xistin nava tora fihûşê. Bi tevahî di nava 4 mehan de mafê 141 jinan hatin îhlalkirin."   Cemîle, di raporê bal kişand ser rewşa zarokan û wiha got: "Zarokek bi şîdeta fîzîkî re û 16 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû man. 4 zarok hatin kuştin, mirina 4 zarokan jî bi guman e û hat îdiakirin ku 8 zarok ji hewl daye ku xwe bikujin. 9 Zarok ji ber îlmaliyê jiyana xwe ji dest dane. Zarokek jî ducanî maye."