Derbarê kesên di dema zayinê de tundî kir serlêdana sûc hat kirin 2020-05-07 15:29:10    AGIRÎ - Menav Taştan îdia kir ku hevjîna wî Îlknûr a li serwîsa welidandinê ya Nexweşxaneya Bazîdê di encama tundiya lê hatiye kirin de zarok miriye û giliyê berpirsiyaran kir.   Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Menaf Taştan îdia kir ku hevjîna wî Îlknûr Taştan a li serwîsa welidandinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê di encama tundiya lê hatiye kirin de zarok miriye.  Menaf got bûyer di 1’ê gulanê de pêk hatiye û îdia kir ku ebeyan tundî li hevjîna wî kiriye û ji ber vê yekê zarok mirî hatiye dinyayê.  Menaf ragihand ku wî derbarê ebeyan de gilî kiriye û dê vê meseleyê bişopîne.  Menaf diyar kir ku di mehek dawî de jinek din jî li vê nexweşxaneyê dema welidiye zarok miriye û êdî însan ditirsin ku ji bo welidandinê biçin nexweşxaneya dewletê.    Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ev mijarê bir rojeva Meclîsê û gilî û gazinên Menav Taştan ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsî.