Komeleya Jinê ya Rosayê: Em ŞOK'ê teşhîr û boykot dikin 2020-05-07 13:51:02   AMED - Komeleya Jinê ya Rosayê ji ber ku marketên ŞOK'ê destûrê nade xebatkaran û helwesta wê ya li dijî jinan biryara teşhîrê û boykotê girt. Komeleya Jinê ya Rosayê diyar kir ku ew ê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ŞOK'ê boykot û teşhîr bikin.    Komeleya Jinê ya Rosayê ji ber ku marketên ŞOK'ê destûrê nade xebatkaran û helwesta wê ya li dijî jinan biryara teşhîrê û boykotê girt. Komeleya Jinê ya Rosayê diyar kir ku ŞOK dijiminê jinê ye jî û ew ê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ŞOK'ê boykot û teşhîr bikin.    Komeleya Jinê ya Rosayê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev gotin parve kir:"Mudurê Marketa Şokê Yaşar Koç, li Dêrsimê jineke xebatkara wan bû tacîz kir. Marketên Şokê jî ser tacîzê digirin. Mudur karê xwe dewam dike. Em Yaşar Koç û Şoka ku wî diparêze teşhîr dikin."