'Em ê piştgiriyê bidin dayika ku nobeta gora keça xwe digire' 2020-05-07 13:46:21       AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku divê Gelê Kurd xwedî li nirx, rûmet û dîroka xwe derkeve û got: "Li dijî êrîşan, dayikek li ser goristana zaroka xwe nobetê digire. Dive em li hemberî siyaseta qirêj, xwedî li dengê dayika xwe derkevin. Ev meseleya gor û goristanan pirsgirêka hemû civakê ye."   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê yên jin, endamên meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê tevlî civînê bûn.    Ayşe, da zanîn ku hêj 267 cenazeyên birine Stenbolê radestî malbatan nekirine û wiha axivî: "Destûr nedan ku malbat bi merasiman cenazeyê xwe defin bikin. Destûr nadin malbat cenazeyê xwe defin bikin. Destûr nadin mela li ser cenazeyan nimêj bikin. Maşîneyên cenazeyan nedan malbatan. Êrîşî cenazeyan kirin. Ev pêkanîn di cîhanê de mînakên yekemîn e. Bi rêya cenazeyan îşkenceyan li malbatan dikin. Kêlê cenazeyan dişkînin."    'Destdirêjiyê li rûmeta kurdan dikin'   Ayşe, diyar kir ku ji 2015’an heta îro îttîfaka AKP û MHP'ê li ser nirxê kurdan, li ser rûmeta kurdan destdirêjiya pêk tînin û wiha got: "Em dizanin ev êrîş ne ji rêzê ne. Ev êrîş bi siyaseta şer ve girêdayî ne. Ev êrîşek bê ehlaq û bê nîzam e. Daxwaziya wan, dîroka kurdan, hebûna kurdan, nasnameya kurdan bê li ser van goristanan tune bikin. Daxwaziya wan, me bêrûmetiyê re rû bi rû bihêlin. Daxwaziya wan di pêşerojê de mîna Şêx Seîd, Seyîd Riza, dîroka gelê kurd tûne bikin û gelê kurd bê dîrok bihêlin."   'Dive em xwedî li hebûna xwe derkevin'    Ayşeyê destnîşan kir ku li hemberî van êrîşan, dive Gelê Kurd bi yekitiya xwe dengê xwe bilind bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro êrîşa ku li Bakurê Kurdistanê li ser goristanan tê pêkanîn, mîna êrîşên ku çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî Rojava pêk dianî ye. Ev siyaset, ev nêrin ji hev dû dur nînin. Her dû jî li ser tune kirina Gelê Kurd, li ser tunekirina gelan, li ser parçekirina kurdan xwe saz dikin û mezin dikin. Ji ber vê yekê dive em wekî Gelê Kurd xwedî nirxê xwe, rûmeta xwe, dîroka xwe derbikevin. Ev kesên ji bo pêşeroja Gelê Kurd berxwedane, dive em jî xwedî li hebûna wan û navê wan derbikevin."   'Em dikarin bibin dengê dayika ku nobetê digire'   Ayşe Acar, bang li Gelê Kurd kir û wiha dom kir: "Di serî de banga me ji jinên kurd re heye, ku em dizanin di her demê şer, êrîşên giran de jinên kurd pêşengtiya xwe li hemberî vê siyaseta qirêj deng bilind kirine, sekna xwe nîşan dane û kirine ku ev êrîş têk herin. Em bawerin ew dayika me ya ku îro li ser gora keça xwe nobetê digire ku ev gor neyê xirakirin û kişandin, em dikarin bibin dengê wê. Em piştgiriyê bidin wê dayikê."   'Di Roja Dayikan de dayik li ser goristanan nobetê digire'   Parlamenter Ayşe, da zanîn ku çend rojên din Roja Dayikan e û wiha bi bêv kir: "Di roja dayika de dayik li ser goristana zarokên xwe nobetê bigire, ev bê rûmetiyek mezin e ji bo me teva. Ev eybek, şermek mezin e ji bo me teva. Ji ber vê dive em xwedî dengê dayika xwe derbikevin û li hemberî vê siyaseta qirêj. Bi hev re em bikin ku ev sîstem û ev êrîş têk here. Em bawer dikin ku di pêşerojê de jiyanek bi hev re û bi rûmet û serbilind saz bikin."   'Meseleya goristanan pirsgirêka hemû civakê ye'   Ayşeyê, destnîşan kir ku di salên 1990'an de li hemberî cenazeyên kiryarên nebaş dihatin kirin û wiha dom kir: "Kiryarên ku li hemberî cenazeyan dihatin kirin bi dizî û veşarî dihatin kirin. Çend roj berê Wezîrê Karên Hundir Suleyman got 'Bila perçe perçe bikin û di medya civakî de parve bikin'. Ev nîşana destpêka vê pêvajoyê ye. Vê carê aşkere dikin. Ev pêvajoya wekî salên 1990'an bi awayekî tarî û veşartî nayê kirin. Ev aşkere û li ber çavan tê girtin. Kesên vê yekê dikin bê ceza tên hiştin. Yên wê demê ev kiryarên tarî kirin li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa hatin darizandin. Lê îro AKP vê yekê asayî û normal dike, dixwaze civak vê yekê qebûl bike. Ev meseleya gor û goristanan pirsgirêka hemû civakê ye."   'Em rê nedin ku siyaseta şer pêş bikeve'    Ayşe, bal kişand ser meha Remezanê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em niha di mehek pîroz re derbas dibin. Di olê îslamêde tê gotin ku piştî mirov mir, hemû sûcê li ser mirov radibe. Lê Serokê Dîyanetê bi gotinên nifrînê nêzîk dibe. Em dipirsin; Di baweriya îslamê de îşkenceya li cenazeyan heye? Di olê îslamê de bi cenazeyan îşkenceya li malbatan heye? Di olê îslamê de bê kefen definkirina cenazeyan heye? Destûrnedayîna şîna malbatan heye? Şikandina kêlê goran heye? Ne tenê di olê îslamê de di hemû baweiyan de tiştekî wisa tune.  Sûcê vî şerî li aliyekî êrîşa cenazeyan e, li  aliyê din dijminantiya jinê ye. Dijberiya şer xwedîderketina aştiyê ye. Em li vir bang li hemû kesên xwedî bawerî û wîcdan dikin. Em dibêjin werin em li dijî siyaseta AKP'ê û cudakariya goristane dengê xwe bi hevre bilind bikin. Em bi hevre dengê dayikên ku li ber gorên xwe nobetê digirin bilind bikin. Em destûr nedin ku ev siyaseta şer pêş bikeve."    'Em bibin yek û li dijî van polîtîkayan derkevin'   Parlamenter Aşye Acar Başaran herî dawî anî ziman ku îqtîdara AKP'ê di vê pêvajoyê de li Mûş, Wan û Çewlikê êrîşî goran dike û got: "AKP bi vê polîtika şer a dijminatiya jinê dixwaze îqtîdara xwe berdewam bike.  Siyaseta ku dixwaze jinan di temenê biçûk de li malê hepis bike; siyaseta tacîz û tecawizê rewa dike. Bi vê zagona înfazê dixwaze her tiştî rewa bike. Em hemû jinên ku têkoşîna li dijî şer, têkoşîna demokratîk û azadiya jinê didin bi hev re dengê xwe bikin yek û li dijî van polîtîkayan derkevin."