Jinan li Elmanyayê tundiya li hemberî jinê şermezar kirin 2020-05-07 11:07:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi banga Piştevaniya Jinê ya Ewropayê nûnerên gelek saziyên jinan li hev kom bûn û tundiya li hemberî jinê şermezar kirin.   Nûnerên saziyên Yenî Kadin, SKB, Zora, Sekulaere Migrantinnen, Amara, Courage, ADKH, Yekîtiya Jinên Koçber, Jinên Ciwan ên Dîdîf û nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl li dijî şîdeta li hemberî jinê çalakiyek li dar xistin.   Jin ji bo Meryem Şahîn kombûn û banga li dijî şîdet û kuştina jinan mezinkirina têkoşînê kirin. Xizm û dostên Meryemê jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakgeran diyar kirin ku mîna kujeran xelat bikin ceza li kujerên jinan tên birîn û destnîşan kirin ku êdî ew tehemûl nakin yek tenê ji wan kêm bibe. Jinan ragihandin ku wê çalakiya xwe bidomînin û li dijî tundiyê banga xurtkirina têkoşîna yekîtî û rêxistinkirî kirin.