KCD: Di şexsê Selmayê de ceza li siyaseta demokratîk birîn 2020-05-07 10:46:24   AMED - Derbarê pejirandina cezayê hevseroka berê ya KCD'ê Selma Irmak de, KCD'ê daxuyaniyek da û got: "Di şexsê Selmayê de ev ceza li siyaseta demokratîk hatiye birîn."   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser pejirandina cezayê derheqê hevseroka berê ya KCD'ê Selma Irmak daxuyaniyeke niviskî da. KCD'ê diya kir Daraz Bilind a Tirk hiqûqa navnetewî, dad, wekhevî û mafê rêxistinbûnê hatiye binpêkirin û ev ceza hatiye pejirandin.   Di daxuyaniyê de da zanîn ku ev cezayê hatiye pejirandin di şexsê Selma  Irmak de dane hemû jinên ku bi taybetî li dijî dirûvên desthilatê yên pirreng li hemû qadên jiyanê li ber xwe didin, dane siyaseta demokratîk û hemû gelê Kurd. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi vê polîtîkayê tê xwestin ku siyasetmedarên Kurd, saziyên Kurd ceza bikin. Bi vî rengî saziyên demokratîk û meşrû yên Kurdan dixwazin krîmînal bikin û siyaseta Kurd bifetisînin.''   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Parastina KCD'ê parastina Kurdan e. Parastina KCD'ê parastina çareseriya demokratîk a meseleya Kurdan e. Heta ku pirsa azadiyê ya gelê me çareser bibe, wê têkoşîna Kongreya Civaka Demokratîk jî bidome. Utopyaya me ya avakirina civaka demokratîk li gel hemû zext û zordariyan jî wê bidome.''