Dayika Rojînê: Wê hîna çend zarok bimrin? 2020-05-07 09:09:00   MÊRDÎN - Li Nisêbînê zaroka bi navê Rojîn Ece ya 8 salî bi guleya ku nayê zanîn ku hatiye ji serê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Sabîha Ece wiha got: “Gule tê li serê zaroka ku li Parkê dilîze dikeve. Gelo li ku derê cîhanê tiştek wisa heye? Êdî bes e, bila zarok nemirin.”   Li Nisêbîna Mêrdînê di 22’ê Nîsanê de li taxa Yeşîlkent zaroka 8 salî Rojîn Ece bi guleya ku nayê zanîn ku ji ku hatiye jiyana xwe ji dest da. Dayika Rojînê, Sabîha Ece, daxuyakirin ku hîna rapora otopsiya keça wê aşkera nebûye û wiha bertek nîşan da: “Gelo wê hîna li vir dilê çend dayikan bişewite?”   ‘Gule ji jor de li  serî ketiye’   Sabîhayê daxuyakirin ku keça wê li qada vala ya li pêş mala wan dilîst û gule wisa hatiye li serê wê ketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez li malê bûm. Di carekê de her kes qêriya. Piştre gazî min kirin. Min fêm nekir ku çi bûye. Me bi wesayîta cîranan rakir nexweşxanê. Gule ji jor de li serî ketibû. Ne ji rast ne ji çep, ji jorde lê ketibû. Wêneyê wê jî bi me re heye. Me bir nexweşxanê. Rojek şûnde keça min jiyana xwe ji dest da. Rapora otopsiyê jî hîna aşkera nebûye. Em niha wisa dipên.”   ‘Zaroka min mir’   Sabîhayê bi lêv kir ku hîna di şoka mirina keça xwe de ye û wiha dawî lê anî: “Keça min saetek berê ligel min bû. Piştre mir. Bila êdî kezeba dayikan neşewite. Çi dibe bi zarokan dibe. Bila zarok nemirin. Gule tê li serê zaroka li parkê dilîze dikeve. Gelo ev li ku derê cîhanê heye?Zarokên me êdî ji tirsan naxwazin derkevin derve.”