Dayika Cemile Emîne Çagirga: Roja dayikan ji bo min bê wate ye 2020-05-07 09:06:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Yek ji dayikên ku bêyî zarokên xwe dikeve Roja Dayikan ji dayika Cemîle Çagirga ya di dema qedexeya derketina derva ya li Cizîrê hat qetilkirin Emîne Çagirga ye. Emîneyê diyar kir ku wê piştî cemîleyê nema roja dayikan piroz kiriye û got ku ev roj ji bo wê bê wate ye.   Dayikên Kurd wek her sal îsal jî Roja Dayikan bi xemgînî lê bi têkoşînek mezin pêşwazî dikin. Gelek dayikên ku zarokên wan hatine qetilkirin, vê rojê ya li ser goristanan an jî bi tena serê xwe derbas dikin. Dayikên Kurdistanê îsal jî bi hesreta zarokên xwe Roja Dayikan bi dilşikestî pêşwazî dikin. Yek ji van dayikan jî dayika Cemîle Çagirga Emîne Çagirga ye. Emîne Çagirga ku di 7’ê Îlonê de keça wê Cemîle li ber deriye malê hat qetilkirin û 11 rojan cenazeye wê di sarincê de parast bi minasebeta roja dayikan careke din xwemgîniya xwe anî ziman.    92’an de keça wê Fatma hat qetilkirin   Emîneyê anî ziman ku Cemîle zaroka wê ya dûyem e ku hatiye qetilkirin û got ku di sala 1992’an de jî di dema bûyerên li Cizîrê de  keçeke wê ya 7 salî Fatma, xwesû û xwezûrê wê jî di navê de bi giştî 7 kes ji malbata we hatin qetilkirin. Emîneyê destnîşan kir ku piştî 23 salan şûnde vê carê jî di 7’ê Îlona 2015’an de  keça wê Cemîle ya 10 salî hatiye qetilkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di salên 90’î de hikûmetê cerdevanî li me ferz kir û ji ber ku me qebûl nekir em koçber bûn. Em wê deme çûn Bazîda Agiriyê û li wir salekê man. Li wê xizmên me hebûn xanî dan me û em li wir man. Hevjînê min jî wê demê çû Iraqê. Piştî salekê em careke din vegeriyan Cizîrê. Di serdema bûyerên li Cizîrê yên sala 1992’yan de bome avêtin mala me. Di encama vê bombeye de keça min a 7 salî Fatma û 6 kesên din ji malbata min jiyana xwe ji dest dan. Ez jî  birîndar bûbûm. Em kesên birîdar rakirin nexweşxaneyek li Amedê. Lê keça min Fatma di hembêza min de jiyana xwe ji dest da.”   Du zarokên wê jî di hembêza wê de jiyana xwe ji dest dane   Emîne, bibîrxist ku piştî Fatma keça wê ya 10 salî Cemîle jî di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de di hembêza wê de jiyana xwe ji dest da ye û bi rondikên çavên xwe wiha axaftina xwe domand: “Qedexeya derketina derve ya yekem 9 rojan domand. Em 9 rojan ji malên xwe derneketin. Lê Cemîle derketibû ber derî û li ber deriyê malê rûniştibû. Ez li hundir bûm. Bi carekê dengê teqînê hat. Min bang kir got Cemîle, lê deng jê derneket. Min piştre banzda ber derî û keça xwe girt hembêza xwe. Keça min di wê navberê de bi tenê got ‘dayê.’ Keça min di hembêza min de jiyana xwe ji dest da. Herdu zarokên min jî di hembêza min de jiyana xwe ji dest dan.”   Piştî Cemîleyê  4 sal…   Emîneyê, diyar kir ku di ser qetilkirina Cemîlê re 4 sal derbas bûne û 4 sal in roja dayikan ji bo wê wek rojek reş e û bi van gotinan behsa Cemîleyê kir: “ Dema roja dayika dihat keça min Cemîle ne bi tenê roja min, roja hemû dayikan pîroz dikir. Ji ber roja dayikan keça min şekir û şirînayî belav dikir. Roja dayikan ji bo me wek cejnekê  derbas dibû. Lê piştî ku keça min hat qetilkirin şûnde  em roja dayikan pîroz nakin. Ez di roja dayikan de yan diçim ser gora keça xwe an jî bi xemgînî wê rojê li malê pêşwazî dikim. Bêyî Cemîle roja dayikan ji bo min nayê tu wateyê. Ez tu carî Cemîle ji bîr nakim û nikarim ji bîr bikim. Ez kengî rabim û rûnim keça min Cemîle tê bîra min. Zarokên min bi awayek bêhiqûqî û bê ehlaqî hatin qetilkirin. Her wiha ne bi tenê ez, dilê gelek dayikan weke yê min bi êş e. Lê belê em tu carî dev ji berxwedana xwe berneda û em ê bernedin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   ‘Bi salane bi tenê daxwaza me azadî ye’   Emîneyê, herê dawî Roja Dayikan li dayikên têkoşer pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo me dayikan ev roj gelek zehmete. Ji ber ku bêyî zarokên me rojeke nû ya dayikan derbas dibe. Ez bang dikim ku hemû dayik dest bidin destên hev û daxwaza azadiyê bikin. Ji bo zarokên xwe em divê em azadiyê bi dest bixin. Tenê daxwaza min azadî ye.”