‘Ji bo ku mirov xwedî li keda xwe derkeve pêwistî bi parastinê heye’ 2020-05-07 09:01:00   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Saziya Çandiniyê ya Navçeya Til temirê Evîn Ehmed, destnîşan kir ku ji bo parastina mewsimê çandiniyê tedbîrên girîng girtine û wiha got: ”Ji bo mewsimê îsal em amade ne ku parastina erdên xwe bikin û berhemên xwe yên îsal ji rewşên şewatê, biparêzin.”    Di sala borî de gelek  zeviyên cotkarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, dihatin şewitandin. Ji ber rewşa şewata  erdan bandoreke mezin li ser aboriya cotkaran, hate kirin. Têkildarî mijarê Endama Saziya Çandiniyê ya navçeya Til temirê Evîn Mihemed karê cotkaran ê ji bo parastina mewsima îsal nirxand û ji me re parve kir.    ‘Şewitandina zeviyan siyasetek li djî aboriya civakê bû’   Evînê diyar kir ku carek din ji bo şewata mewsim dubare nebe, dest bi hemleya reşandina dermanan a ser rêka giştî kirine û wiha got: ”Di sala borî de zevî dihatin şewitandin. Ew jî siyasetek li dijî aboriya civakê dihate meşandin. Ji bo ku em rê li ber şewatê bigirin ku carek din dubare nebe me dest bi hemeleyekê kir. Ev hemle jî  ew e ku gîhayên ber riyên giştî bên dermankirin da ku rewşên şewatê ji çûn û hatina erebeyan yan jî kesên ku tiştan ser rêkê davêjin û dibin sedema şewatê, dernekevin. Ji bo ku em zeviyên herêma xwe biparêzin em û cotkar bi hev re alîkar in.”   ‘Ji bo cotkar karê xwe bidin meşandin em  rêdeya derbasbûnê da wan’   Evînê bal kişand ser karê cotkaran a di qedexekirina derketinê de û biryarên ku ji bo cotkaran hatin girtin û wiha got: ”Niha dema karê mewsim e, çandina pembo û çandina zebzeyan e.  Ji bo ku cotkar bikaribin bi karê xwe ve rabin û pêwistiyên çandiniyê peyda bikin, me rêdeya derbasbûna  di nava bajaran de ji cotkaran re çêkir.”    ‘Ji bo rewşa şewatê ser xeta erdan bîr hatine eyarkirin’   Evînê da zanîn ku piştî ku dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê kir û stastoya Elok ket bin kontrola wan, li bajarên kantona Hesekê kirîzeke avê, tê jiyîn û wiha domand: “Dagirkirina stasyona Elokê gel ne çarî gelek zehmetiyan kir. Gelek caran av ser Hesekê qut dibe û ji bo wê ji bo rewşên şewata ewarte di her xetekê de wê çend bîr bên eyarkirin. Ger şewatek çêbû û pêwistî bi avê hebû  wê ew bîr bikevin piratîkê.”   ‘Ji bo ku mirov xwedî li keda xwe derkeve pêwistî bi parastinê heye’   Evînê di dawiya axaftina xwede wiha got: ”Ji bo her tiştekî parastin pêwîst e.  Ji bo ku mirov xwe ji Vîrusa Koronayê biparêze parastin girîng e, ji bo ku mirov xwedî li erd û mewsimê xwe jî derbikeve, pêwist e biparêze. Em bang li tevahî cotkaran dikin ku xwedî li keda xwe derkevin û her kes parastina mewsimê xwe bikin.”