ROJEVA 7 ’ê GULANA 2020’AN 2020-05-07 09:00:00   * Endama Saziya Çandiniyê ya Navçeya Til temirê Evîn Ehmed, destnîşan kir ku ji bo parastina mewsimê çandiniyê tedbîrên girîng girtine û wiha got: ”Ji bo mewsimê îsal em amade ne ku parastina erdên xwe bikin û berhemên xwe yên îsal ji rewşên şewatê, biparêzin.” DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê, dan zanîn ku ew ê weke meclîsa tenduristiyê bi hemû derfetên ku di destên wan de heye wê jiyana gelê xwe biparêzin û gotin: "Pêwîst e gelê me li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev bigerin, mala xwe paqij bikin, ji mala xwe dernekevin, rûpoş û lepik li derve bi kar bînin." DÎMEN HEYE   *Dayikên Kobanê teqez kirin ku tu cudayî di navbera pêkhateyên herêmê de tune ye û gotin: "Dewletên ku îda dikin ji bo parastina herêmên me li vir in, van dewletan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê firotin. Pêwistiya me bi tu kesî tune ye me biparêzin. Em amade ne parastina xwe bikin.” DÎMEN HEYE   *Koma Rîtmê ya Surê bi awayek kolektîf klîba nû ya bi navê  ‘Jin Azad be’ çêkir.  Endama komê Nazê Duman girêdayî vê xebatê da zanîn ku di pêvajoya karantînayê de jin  bêhtir bi êrîşan re rûbirû man û ji ber  wê wan wan jî xwestine bi berzkirina strana ‘Jin azad be’ re hêzê bidin jinan. DÎMEN HEYE   *Yek ji dayikên ku bêyî zarokên xwe dikeve Roja Dayikan ji dayika Cemîle Çagirga ya di dema qedexeya derketina derva ya li Cizîrê hat qetilkirin Emîne Çagirga ye. Emîneyê diyar kir ku wê piştî cemîleyê nema roja dayikan piroz kiriye û got ku ev roj ji bo wê bê wate ye. DÎMEN HEYE   *Nivîskar fîlozof Olympe De Gouges ku Danezana Mafên Jin û Welatiyan nivîsî, di 272’emîn rojbûna xwe de bi serhildana xwe ya li dijî patrîariyalkarî û giyotînê, dibe pêşenga mêjiyê bê zayend û ji bo paşengên xwe jî hîna gotinên serhildanê dibêje.   *Prof. Dr. Beyza Ustun, da zanîn ku vîrusa korona yek ji encamên êrîşên kapîtalîzmê ya li hember xwezayê ye û got: “Ji bo jiyan azad be, jiyaneke azad û wekhev bidome, divê em hemû bi hev re hevdîtinek polîtîk pêk bînin. Di encamê de jî ji bilî guhertina pergalê riyeke me ya din tüne ye.” DÎMEN HEYE   *Încî Erpolat ku morîkên nezerê çêdike wiha dibêje: “Li gorî min divê dîrok û ew atmosfer di objeyekê de bê cem hev û li dîwarên malên me cihên xwe bigirin. Her motîfek taybetiya wê her rengek zimanê wê heye.” DÎMEN HEYE   *Li Nisêbînê zaroka bi navê Rojîn Ece ya 8 salî bi guleya ku nayê zanîn ku hatiye ji serê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Sabîha Ece wiha got: “Gule tê li serê zaroka ku li Parkê dilîze dikeve. Gelo li ku derê cîhanê tiştek wisa heye? Êdî bes e, bila zarok nemirin.”