Ji bo rewşa girtiyan bi rayedarên girtîgeha Şirnexê re hevdîtin pêk anîn 2020-05-06 17:37:29   ŞIRNEX - Şandeya ku ji parlamenter û nûnerên saziyên sivîl pêk hatî bi rayedarên Girtîgeha Şirnexe re hevdîtin pêk anîn. Parlamenter Nûran Îmîr di nava şandeyê de cih digire diyar kir ku pirsgirêkên ku girtî dijîn ji rayedaran re ragihandine û got: "Dê derbarê rewşa heyî de raporek amade bikin û raya giştî re parvebikin.”   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr, Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Serdar Kûnî û parêzera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Bûşra Demîr, derbarê rewşa girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê agahî bigirin bi rêvebiriya girtîgehê re hevdîtinê pêk anîn. Piştî hevdîtinê derbarê rewşa rewşa girtîgehê de daxuyaniyek hat dayîn.    Nuran, anî ziman ku bi belavbûna nexweşiya şewbayê re rewşa girtîgehan di bin xeteriyê de ye û got wek heyetekî ji bo rewşa girtiyên siyasî agahî bigirin bi rêvebiriya girtîgehê re hevdîtin pêk anîne. Nuran, destnîşan kir ku hevdîtina wan nêzî du saetan berdewam kiriye.    ‘Heta niha nêzî 500 kesî test kiriye'    Nuran, destnîşan kir ku li girtîgeha Şirnexê pirsgirêkên ava germ, xwarin û vexwarinê hene û wiha behsa hevdîtinê kir: "Ji ber ku ava germ nayê hevalên me nikarin pêwîstiyên xwe bi cih bînin û her wiha gelek pirsgirêkên din jî hene. Me hemû pirsgirêkan yek bi yek bi rêvebiriya girtîgehê re parve kir. Di girtîgeha Şirnexê de 20 girtiyên siyasî yên nexweş hene û ji van 4 jî jin in. Muameleyên ku li dijî girtiyên siyasî pêk tên me bi rêvebiriyê re parve kir. Di hevdîtinê de rayedaran qala tiştên ku kirine jî kirin û gotin dê li ser ava germ, hijyen û xarinê rawestin. Her wiha ji me re hat gotin ku her hefteyê testa 75 girtiyên nexweş tên kirin û tevahî heta niha testa 500 kesî hatiye kirin."    ‘Em ê bibin şopdarê vî pêvajoyê’   Nuran, di dawiya axaftina xwe de got ew ê derbarê vî hevdîtinê de raporekî amade bikin û dê ji raya giştî re parve bikin û wiha got: “Her wiha hevdîtina parêzeran ya bi girtiyan re nehat qebûl kirin. Ji aliyê dadgeha mezin ve hatiye qedexekirin û gotin ew nikarin hevdîtinê pêk bînin. Xwesteka me ew e ku daxwazên malbatan pêk bê û pirsgirêkên hene bên çareser kirin. Her wiha em ê bibin şopdarê vî pêvajoyê.”