'Divê bi lez girtiyên di bin rîskê de ne bên berdan' 2020-05-06 17:05:51   STENBOL - Têkildarî qanûna înfazê û rewşa girtiyan de 11 rêxistinên sivîl û demokratîk daxuyaniyek hevpar weşandin û xwestin bi lez girtiyên di bin rîskê de serbest berdin.    Îqtîdara AKP-MHP'ê bi hinceta vîrûsa corona (Covîd-19) qanûna înfazê ya ku tenê mafê girtiyên edlî diparêze anî rojevê û qanûn di meclîsê re derbas kir. Bi vê zagonê rê li pêş berdana zêdeyî 100 hezar girtiyên edlî vekir. Lê girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. 11 rêxistinên demokratîk û sivîl ku di navde komele, ode, sendîka û partiyên siyasî jî hene, daxuyaniyek hevpar dan û xwestin girtiyên di talûkeyê û rîskê de ne bi lez serbest bêne berdan.    Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Li gorî tê xwestin paqijî nayê kirin, girtiyan dernaxin revîrê û nabin nexweşxaneyê û tedbîrên li diji vîrûsa koronayê nayê girtin û ev rîska wan da bi şewbê bikevin zêdetir dike. Sazî û rêxistinan xwest bi lezgîn ji bo girtiyên siyasî û nexweş ku di bin rîskê dene planek bê amadekirin.    Rewşa girtiyan di bin talûkê de ye    Vîrûsa ku li Çînê derket holê wekî hemû mirovên cîhanê dixe bin bandora xwe girtiyan jî dixe talûkeyek mezin. Şewba vîrûsa korona bûye sedema mirina zêdeyî 300 hezar mirovên cîhanê. Li Tirkiyeyê jî di nava 56 rojan de 129.491 kes bi şewba vîrûsê ketin û 3.520 kes ji ber vê şewbê mirin. Yek ji cihê herî zêde tedbîr bên girtin girtîgeh in. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê diyar kirin ku li Girtîgeha Buca di nava girtiyan de vîrûs hatiye dîtin û 62 kes bi şika vîrûsê xistine kontrolê. Dîsa li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê 55 girtî bi şewba Covid-19 ketine. Ev yek fikara me ya der barê girtiyan de zêdetir dike.    Derbarê terbîran de raya giştî nayê agahdarkirin!   Wezareta Dadê di 13'yê Nîsana 2020'an de diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê 3 girtiyan iyana xwe ji dest dane û testa 17 girtî û 79 personelên girtîgehê pozîtîf derketiye. Wezaretê di 28'ê Nîsanê de daxuyanî da û diyar kir ku bi 120 girtiyan re vîrûsa COVID- 19  hatiye dîtin. Heta niha Wezareta dadê der barê rewşa girtîgehan de daxuyaniya ku raya giştî tatmîn bike nedaye. Li girtîgehan çend kes bi şewê ne, rewşa wan çiye, ji bo vê  yekê tedbîrek çawa tê girtin raya giştî ronî nekiriye.    Li gelek girtîgehan li dijî şewba COVID-19'ê tedbîr nehatine girtin û nayên girtin. Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Girtî nayên parastin. Ev yek rîska ku şewb belav bibe zêdetir dike. Di pêvajoya pandemiyê de girtiyên nexweş, girtiyên nexweşên giran, girtiyên ku pêwistiyên wan ên taybet hene, girtiyên zarok, girtiyên jin ên ducanî û girtiyên berasteng di koma xeternak de ne.    PlanekÎ lezgîn hewce ye    Em sazî û rêxistinên ku li jêr nav û destnîşanên me hene, diyar dikin ku divê di serî de ji bo girtiyên nexweşên giran ji bo hemû girtiyên di koma xeternak de, bi awayekî lezgîn planek bê diyarkirin û bikeve meriyetê.   Li gel hemû rêxistinên sivîl, tenduristî û girseyê jî di sererastkirina înfazê de ji bo girtiyên nexweş tu serarastkirin nehat kirin. Em sazî û rêxistinên sivîl, demokratîk û pîşeyî ku navê me lê jêr heye, heta dawiya pêvajoya pandemiyê, derbarê pirsgirêkên li girtîgehan nêrîn û pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi rekûpêk aşkera bikin.   Ji bo girtiyên nexweşên giran ku ji azadiya xwe bê par hatine hiştin û girtiyên ku taybetmendiyên wan ên taybet hene û di bin xeteriyê de ne divê tiştên li jêr hatine diyarkirin bên kirin;   *Divê ji bo hemû girtîgehên li Tirkiyeyê pêkanînên parastin û pêşîlêgirtinê bên kirin û ev pêkanîn ji kontrolê re vekirîbin.   * Divê hemû girtiyên ku darizandina wan didome û cezayê wan teqez nebûye û di asta temyiz-îstînafê de ne demildest bên berdan.   * Dive pêşanî ji bergiriyen pêşîlêgir re bê dayîn û di pêvajoya şewbê de revîr û sewqên nexweşxaneyan ku hatibûn rakirin careke din bên xebitandin.   *Divê cezayê girtiyên nexweşên giran û girtiyên nexweşînên wan ên kronîk hene û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîmin bê taloqkirin û bên berdan.   *Divê ji bo berdana girtiyên ku nexweşînên wan hene şertê rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) bê rakirin û raporên nexweşxaneyên perwerve û lêkolînê û zanîngehan jî bê qebûlkirin."    Sazî û rêxistinên ku metnê îmze kirine wiha ne; Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Komeleya Înîsiyatîfa Maf, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê, Odeya Bijîjkan a Stenbolê, Şaxên SES’ê yên Stenbolê, Odeya Bijîjkan a Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê, Komeleya Piştgevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran û Weqfa Mafê Mirova a Tirkiyeyê.