Rêxistinên li Başûrê Kurdistanê: Li dijî berjewendiyên teng bibin hêza çareseriyê 2020-05-06 16:52:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger, mamoste, aktîvîstên xebatên jinan, jinên nûnerên sazî û rêxistinên sivîl û siyasî li dijî êrîşên li hemberî Zînî Wertê daxuyaniyek hevpar dan û gotin: "Em daxwaz dikin ku tevahiya baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê werin derxistin û ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê bê rakin."   Derbarê rewşa Zînî Wertê û nedayîna mûçeyan de jinên nûnerên sazî û rêxistinên siyasî û civakî, kesayetên serbixwe û aktîvîst li Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan.   Di daxuyaniyê hevpar de wiha hat gotin: “Weke hemû alî agahdar in tevahiya cîhanê li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe, li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî li gel van hewldanên ji bo pêşîlêgirtinê, lê roj bi roj alozî û nakokî zêde dibin. Bi taybet êrişên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hewildana stratejîk ji bo dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê dike. Dîsa nedayîna mûçe û bêkarî, zêdebûna hejarî û nebûna azadiya ramanê, girtina rojnameger û kesên xwedî helwest jiyana welatiyan girantir kiriye.   Li herêmên weke Zînî Wertê, Balekayetî, Rewandiz, Dola Rostî û zîncîre çiyayên Helgort bi navê têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê û bi navê hêzên yekgirtî yên hikûmeta bi cihkirina hêzê ku di bingeh de ya yek aliyê di nava hikûmetê de ye, zengekî metirsîdar e ji bo rênîşandan û anîna artêşa Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Armanca Tirkiyeyê bi temamî dagirkerin û tunekirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye. Nakokî û pêşbaziyên di navbera aliyan de kûrtir dike.    Bêyî berjewendiyên teng ên hizbî û ji bo aramî û çareseriyê me kar kiriye. Niha jî weke erk dibînin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan de rol bigrîn. Bibîn hêza aştî û çareseriyê ye.   Li ser vî bingehî;    *Daxwazê ji gelê xwe dikin ku bi hemû awayî hişyar bibin û rê nedin di nava hêzên Kurdî de şerê navxweyî rû bide. Li pêşiya dagirkeriyê bibin asteng. Werin em hemû bi hev re weke serhildana Şêladizê ji bo derxistina leşkerên Tirk kar bikin.   * Daxwazê ji hemû parlamenterên Herêma Kurdistanê dikin ku di demek herî zû de rûniştinek taybet li dar bixin û biryar bidin hemû ew hêzên bi navê hikûmetê, yan jî hizbî xistine tevgerê vegerin cihê xwe. Her wiha tevahiya baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê werin derxistin û ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê rakin.   * Daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku tevahiya rojnameger, girtiyên siyasî û kesên ji ber nêrîn û fikrên xwe hatine girtin werin berdan.   * Demildest mûçeyên hemû mûçexweran were dayîn. Êdî welatiyan nekin qurbaniyê berjewendiyên xwe yên teng ên hizbî û bi mûçe û qutê xelkê nelîzin.   * Xeta navxweyî ya Herêma Kurdistanê zelal bikin. Dest ji siyaseta birçibûna gel berdin. Bila çavkaniyên binerd û ser erd ji bo her kesê be."   Navê rêxistin, çalakvan û kesayetên tevlî bûyîn;    Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Serayî Zerdeştiyên Kurdistan, Sentera Koyanî bajarê Silêmanî, Tora Pêkhateyên Ol û Neteweyan, Rêxistina Diyako Mad, Rêxistina Yesna, Civata Komeleya Yekbûna Navxweyî, Koma Ajel Dostanî Kurdistan, Rêxistina Jinên Tevgera Azadî, Projeya Jin Jiyan Nekuje, Komeleya Jinên Azadî Rojhilatê Kurdistanê, Tora Hevbeş a Rêxistinan,  Araz Gelawêj - Çalakvan, Hawrê Cebar - Çalakvanê siyasî, Hîwa Abdula - Çalakvanê sivîl, Aware Xan - Hunermend, Aram Helednî - Çalakvanê siyasî, Helmet Telan - Çalakvanê siyasî, Şoreş Xidir - Çalakvanê siyasî, Ebdulsemed Şêx Hisên- Çalakvanê civaka sivîl, Jîno Reşîd - Aktivîst, Fezîle Îbrahîm Salih - Rêxistina Geşepêdana Komeleyatî a Kurdistan, Mijde Mehmud- Çalakvan, Nahîde Ebdulkerîm - Endama Tora Heveş a Rêxistinan, Nûnera Civaka Komeleya Afretan, Saziya Jinan a Kêmnetewa û Meclîsa Yekbûna Navxweyî, Rupak Îsmaîl - Endama Tora Hevbeş, Viyan Komel - Çalakvana sivîl, Şêx Celîl - Çalakvanê sivîl, Minure Osman Elî-Parlamentera berê ya Herêma Kurdistanê, Perwa Elî-Parlamentera berê ya Herêma Kurdistan, Jîno Mihmed - Rojnameger, Kinêr Abdula - Nivîskar, Gulîzar Naêb Umer - Çalakvan, Tara Hisên - Çalakvana siyasî, Peyam Hisên - Çalakvan, Necîbe Umer - Aktivîsta jin, Sinur Kerîm - Mamosta, Hawjîn Zîba - Rojnameger, Soma Ferhad Rojnameger, Hawdeng Silêmanî - Çalakvan, Tanya Elî - Aştîxwaz, Mihabad Osman - Mamosta, Şeyda Meruf - Aktivîsta jin, Komeleya Kurdistana Sewz û Encûmena Yekbûna Navxweyî.