'Ligel zehmetî û lêpîrsan dê pêwistiyên bijîşktiyê bi cih bînin' 2020-05-06 15:42:16   WAN - Ligel zext û lêpirsînan Odeyên Bijîşkan ên Herêmê, diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsê bidomînin û pêwistiyên bijîşktiyê bînin cih.    Di têkildarî lêpirsîn û zextên li ser rêveberên Odeyên Bijîşkan, odeyên li Agirî, Semsûr, Êlih, Bedlîs, Amed, Mêrdîn Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan-Colemêrgê, daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û odeyên bijîşkan, di têkoşîna li dijî vîrûsê de li cem kedkarên tenduristiyê cih girtine û ji pirsgirêkên wan re çareseriyê geriyane.   Di berdewam daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi zanebûn TTB tevlî Lîjneya Şêwirmendiyê Zanîstê nehatiye kirin û ev tişt hat gotin: “Bi israra zêde, li hin bajaran odeyên bijîşkan tevlî lîjneya pandemiyê ya bajaran bûn. Di serî de li rêveberên odeyên Riha, Mêrdîn û Wan-Colemêrgê li gelek rêveberên odeyan lêpirsîn hatine vekirin û çûne qereqolan îfade dan.”   Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina mafê tenduristiyê peywira wan e û li gel lêpirsîn û zextên li ser xwe jî dê têkoşîna xwe ya li dijî vîrûsê û bicihanîna pêwistiyên bijîşkiya baş berdewam bikin.