Li Girtîgeha Baybûrtê ji bo 8 kesî rûpoşek dan 2020-05-06 15:30:30   MÊRDÎN - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê bi rêya hevdîtina bi telefona bi xizmên xwe re diyar kirin ku ava germ nayê dayin û ji bo 8 kesî rûpoşek hatiye dayin.    Piştî ku pakêta zagonê ya înfazê ji aliyê AKP MHP'ê ve ji meclîsê derbas bû şûnde rêya berdanê ji 90 hezar girtiyên edlî re hat vekirin. Karê tehliyeyê ya girtiyên edlî dewam dike. Lê bi hezaran girtiyên siyasî di bin şerdên dijwar ên girtîgehan de û di bin talûkeya Vîrusa Koronayê de têkoşîna jiyanê didin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê bi rêya hevdîtina bi telefona bi xizmên xwe re diyar kirin ku ava germ nayê dayin û ji bo 8 kesî rûpoşek hatiye dayin.     Girtiyan diyar kirin ku ew vê helwesta rêveberiya girtîgehê qebûl nakin.