Baroya Amedê: Em ê bi hempîşe û dostên xwe re li ber xwe bidin 2020-05-06 14:21:20   AMED - Baroya Amedê, bertek nîşanî hedef nîşandana pergala hilbijartinê ya rêxistinên pîşeyî da û got: "Li dijî plana AKP û MHP'ê dê bi tevî 130 hezar hempîşe û dostên xwe li ber xwe bidin."    Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokkomar Tayyîp Erdogan a ku sîstema hilbijartinê ya rêxistinên pîşeyî û baroyan dikir hedef da. Daxuyanî li malpera înternetê ya fermî ya baroyê hat weşandin û hate ragihandin ku di pêvajoya Rewşa Awarte de rêxistinên civakî yên sivîl ên mûxalîf hemû bi biryarnameyan bêhiqûqî hatin girtin û dadgerî û medya bi desthilatdariyê ve hatin girêdan, akademî jî ji nêrîna azad hate xalîkirin.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herî dawî dest dirêjî baroyan hatiye kirin û wiha hat diyarkirin: "Baroya me jî di nav de hin baro ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser nerazîbûna xwe ya demokratîk û azad, xistin rojevê. Em vê yekê weke hewldanek ji bo çavtirsandina baroyan û rêxistinên mûxalîf dibînin."   Baroya Amedê diyar kir ku desthilatdarî dest li her qada civakê werdide û wiha got: "Bi rêya vê guhertinê dixwazin baroyan jî tevlî koroya hikûmetê bikin ku bêşert û merc bi çavgirtî piştgiriyê bidin polîtîkayên hikûmetê û jê re li çepikan bixe. Bi vî rengî kevirên dawî datînin ser avaniya sîstema ku fikrên cuda lê nîne û pirrengî lê hatiye tunekirin. Weke xeleka dawî ya polîtîkayên tekperest dixwaze baroyan jî li nava 'civaka yek deng' bi cih bikin û bi vî rengî bixin bin kontrola xwe."   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşan kirin: "Ji bo ev pêşnûme nebe qanûn wê bêdeng nemînin û tevî 130 hezar hempîşe û dostên xwe wê li ber xwe bidin."