'Ji ber ku Şaredariya Qersê xebitî bi êrîşan rû bi rû hat hiştin' 2020-05-06 12:35:49   QERS - Tulay Hatimogulari ya HDP'yî diyar kir ku  ji ber ku Şaredariya Qersê xebitî bi êrîşan rû bi rû hat hiştin û wiha got:"Kesên ku şaredariya me hedef digirin bila baş bizanibin ku kesên bi wicdan ew ê heta dawiyê piştigiriya xwe ya ji bo me bidomînin."   Heyeta HDP'ê li dijî hedeftgirtin û kampanyayên reşkirinê yên li dijî Şaredariya Qersê çû serdana bajêr. Heyeta ku li Avahiya Qersê bi Hevşaredar Ayhan Bilgen û Şevin Alaca hatin gel hevdu daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê û Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji Komisyona Baweriyan a HDP'ê Tulay Hatimogulari behsa kampanyaya li dijî Şaredariya Qersê ya medyaya alîgir kir.    Tulayê diyar kir ku ew dizanin kampanyaya reşkirinê bi armancê tê destpêkirin û got Şaredariya Qersê ji aliyê HDP'ê ve hatiye qezenckirin.    'Meclîsa Şaredariyê ji bo avakirina nû ya bajêr ji dil û can xebitî'   Tulayê diyar kir ku Şaredariya Qersê bi modeleke mînak tê birêvebirin û wiha got:"Meclîsa Şaredariyê ji bo avakirina nû ya bajêr ji dil û can xebitî. Xala ku AKP û MHP hezim nakin ev e. Çimkî ew naxwazin xebatên bi vî rengî bên kirin."   'Ji ber ku Şaredariya Qersê xebitî bi êrîşan rû bi rû hat hiştin'   Tulayê wiha dewam kir:"Lê binêrin di pêvajoya Vîrusa Koronayê de tevî Şaredariya Êlihê qeyûm tayînî 8 şaredariyên me kirin. Çimkî ji bo gel ji virusê bê parastin şaredariyê xebatên baş dikir. Loma tehemul nekirin. Ji ber ku Şaredariya Qersê xebitî bi êrîşan rû bi rû hat hiştin. Kesên ku şaredariya me hedef digirin bila baş bizanibin ku kesên bi wicdan ew ê heta dawiyê piştigiriya xwe ya ji bo me bidomînin. Em bang li gelê Qersê dikin ku li dijî kesên hevserokên me hedef digirin li Şaredariyê û li hevserokên me xwedî derkeve. "