122 sazî bertek nîşanî êrîşên li hemberî Şaredariya Qersê dan 2020-05-06 11:49:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrîşên li hemberî şaredariya Qersê, 122 sazî xwedî bi daxuyaniyeke hevpar xwedî li şaredariya Qersê derketin û gotin: "Em bang li her kes û saziyên alîgirê demokrasiyê dikin ku li dijî êrîşên li ser şaredariyê helwestê nîşan bidin û bêdeng nemînin."   Li dijî kampanyaya reşkirinê û êrîşan a li hemberî Şaredariya Qersê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 122 sazî daxuyaniyeke hevpar dan û êrîşa li hemberî şaredariyê şermezar kirin.    Di metna hevpar de wiha hat gotin: "Di dema şewba vîrûsa koronayê de li cîhanê hate dîtin ku rêveberiya xwecihî çiqasî girîng e. Şaredariyên serketî û bi kampanyayên xwe yên piştevaniyê derdikevin pêş yek bi yek dibin hedefa desthilatdariyê. Piştî şaredariyên Stenbol, Edene û Mersînê niha jî Şaredariya Qersê bi nûçeyên manîpulatîf kirine hedef.   Qers bajareke ku Kurd, Tirk, Terekeme, Laz, Azerî, Yerlî, Malakan bi hev re lê ne. Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serokatiya Şaredariya Qersê qezenç kir û Şaredarî bi 400 milyon TL'yî deyndar dewr wergirt. Meclîsa Şaredariyê ji endamên HDP, AKP, MHP, CHP û DSP'ê pêk tê. Piştî ku vîrûsa koronayê dest pê kir li Qersê rêveberiya xwecihî dest bi kampanya piştevaniyê kir. Ev gav bû sedem ku desthilatdarî êrişî şaredariyê bike.   Li dijî Şaredariya Qersê û hevşaredaran Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bi rêk û pêk êrîş tên kirin. Desthilatdariyê bi rengekî nehiqûqî qeyûm li gelek şaredariyan tayîn kir û qeyûm ji xwe re kir rêbazeke rêveberiyê. Qeyûm desteserkirina mafê hilbijartinê yê gel e. Bi operasyonên bi vî rengî yên li dijî Şaredariya Qersê fikar hene ku qeyûm bê tayînkirin.   Nabe ku em li pêşberî bêbandorkirina rêveberiyên xwecihî û tayînkirina qeyûman bêdeng bimînin. Di serî de hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bêdengmayina li pêşberî êrişên li dijî Şaredariya Qersê wê bibe sedem ku êrişên li ser rêveberiyên xwecihî mezintir bibin, belav bibin û îradeya gel bê binpêkirin.   Em bang li her kes û saziyên alîgirê demokrasiyê dikin ku li dijî êrişên li ser Şaredariya Qersê helwestê nîşan bidin û bêdeng nemînin."