'Em ê bi rêxistinbûyina xwe ji faşîzmê re bibin bersiv' 2020-05-06 09:15:00   AMED - Endama Meclîsa HDP’ê Buşra Kuyun ku di 4'ê Gulanê de li Wanê ji aliyê 3 kesên ku xwe wek polîs dabû nasîn hatibû revandin. Buşra wiha got: "Dixwazin bi polîtîkayên xwe yên qirêj hêz û rêxistina ciwanan têk bibin. Em ê wek meclîsa ciwanan û meclîsa jinên ciwan êdî xebatên xwe bêhtir mezin bikin û li her derê bi rêxistinên xwe û bi rêxistinbûyina xwe  ji faşîzmê re bibin bersiv."   Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endama Meclîsa Jinên Ciwan Buşra Kuyun, di 4'ê Gulanê de li Wanê li navçeya Îpekyolu li ser Kolana Maraşê  ji aliyê kesên xwe wek polîs dabûn nasîn hatibû revandin. Piştî ku hat revandin gef li wê hatiye xwarin û li ser rê hatiye berdan. Buşra qala serpêhatiyên xwe kir.   'Pêşî gotin em polîs in lê piştre gotin em ne polîs in'   Buşra diyar kir ku du kes nêzî wê bûne û xwe wekî polîs dane nasîn û got: " Nasnameya min hat kontrolkirin û pişt re min li wesayitek plakaya 65 AAT 923 siwar kirin. Min got ‘Hûn min binçav dikin? Heke ev ne binçavkirin be tiştekî ne hiqûqî ye.’ Min belgeya derbarê binçavkirinê de pirsî. Ji min re gotin ‘Binçavkirin nîne.' Ez bi wan re neaxivîm. Bi wesayîtê min birin ser rêya Colemêrg-Elbakê. Min nebirin emniyetê. Min ji navenda bajêr derxistin. Nêzî saetek û nîv min bi rê de birin. Di rê de her tim der barê partiyê de pirs ji min pirsîn. Xwestin xebatên me yên partiye îlegalîze bikin. Pêşî ji min re gotibûn em polîs in lê paşê gotin em ne polîs in."   'Ev ne cara yekemîn e'   Buşra destnîşan kir ku ji wê xwestin ku vî bajarî terk bike û anî ziman ku van kesên ku xwe wekî polîs da nîşandan di çend nokteyên polîsan bi nasnameyên xwe yên polîsiyê derbas bûne û gotine 'em di asta bilind dixebitin'. Min di rê de gelek gef xwar. Ji min xwestin ez vî bajarî terk bikim. Gotin ‘em ê destûrê nedin te ku tu li vir pergala bajêr xera bikî û bixebitî. Heke tu neçî, em ê te û yên wek te biavêjin girtigehê. Ji bo me gelek hêsan e.  Qedandina xebata we ji bo me gelek rehet e. Tu yê heta cejnê tiştekî nekî. Tu yê biçî li mala xwe rûnê. Çawa ku qedexeya li bajêr biqede tu yê vî bajarî terk bikî û ji vir biçî.’ Pişt re min li wir berdan û çûn. Nêzî wir gundek hebû û ez meşiyam wir. Ez li hevalê xwe geriyam û hatin min ji wir hildan.  Armanca wan aşkere bû dixwazin me bitirsînin. Berê li Mêrdînê jî dîsa hatibûm binçavkirin û gef li min xwaribûn. Her tim dihatim şopandin ango ev ne cara yekemîn e."   'Rêxistinên xwe yên wekî çetedewletê xistine dewreyê'   Buşra anî ziman ku li ser ciwanên HDP'ê polîtîkayên qirêj ketine dewreyê û wiha pê de çû: "Min dixistin girtigehê û tehdît dikirin. Van tiştan tenê ez najîm. Li ser hemû ciwanên HDP'ê diqewime. Hevalên me her tim di bin şopê de ne. Ev parçeyên polîtîkayên şerê taybet e. Dixwazin bi zextan têkoşîna me têk bibin. Lê em tu carî li hemberî wan stû natewînin. Rêxistineke wekî çeteyan didin meşandin. Dibêjin qey bi polîtîkayên bi vî awayî em ê dev ji têkoşîna xwe berdin. Lê em ê li her derê bi rêxistinên xwe û bi rêxistinbûyina xwe  ji faşîzmê re bibin bersiv. Em berxwedana xwe bi rêxistin dikin, mezin dikin û bi wî awayî em ê faşîzmê hilweşînin. Em wek meclîsa ciwanan û meclîsa jinên ciwan êdî xebatên xwe bêhtir mezin bikin û li her derê rêxistinên xwe pêk bînin. Ez ê pîştî vê bûyerê li dozgeriyê gilî bikim. Em baş dizanin ku ew kî ne û armanca wan çi ye."