‘Yekane tişta jinan biparêze rêxistin û têkoşîn e’ 2020-05-06 09:11:00   Safiye Alagaş   STENBOL - Feray Mertoglu ya HDP’î got qanûna înfazê ya bû sedema berdana gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine, divê bi giştî bê betalkirin û Ronahî Kalkan ya TJA’yî jî daxuyakirin ku yekane mekanîzmaya ku di vê pêvajoyê de jinan biparêze ‘rêxistinbûn, yekitî û têkoşîn e’.   Qanûna Înfazê ya nû ku ji ber vîrusê bi lez û bez ji aliyê AKP û MHP’ê ve ji meclîsê hat derbaskirin, fikara jinan jî girantir dike. Bi qanûnê re gumanbarên şîdet û îstîsmarê hatin berdan û piştî vê jinûve sûc hatin kirin. Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Feray Mertoglu û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) jî aktîvîst Ronahî Kalkan, got divê qanûn bi giştî bê betalkirin.   ‘Yên tên berdan gelo tên kontrolkirin’   Feray Mertoglu da zanîn ku xetereyek mezin li benda jinan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de jin neçar in li malê bin. Mêr jî li malê ne. Her tim pêş hev in. Ji ber vê jî jin ji xwe bi şîdetê re rû bi rû ne. Her tim dikarin bi şîdetê re bên rû hev. Gelo yên tên berdan tên kontrolkirin? Em baş dizanin ku ev nayên kirin. Di pêvajoya pandemiyê de jî rêxistinên jinan li dijî qanûnê têkoşîn meşandin. Tevî em li malê bûn jî ji bo em dengê xwe bidin bihistin me her tişt kir. Lê nehat bihistin. AKP û MHP bi polîtîkayên xwe yên dijminê jinê navdar e. Jin xwe di vê rewşê de ji aliyê mêran ve rastî şîdetê tên.”   ‘Gel li hember qanûna înfazê bi berteke’   Ronahî Kalkan ya TJA’yî jî bi lêv kir ku qanûna înfazê newekhev e û got: “Dîsa gumanbarên şîdetê hatin berdan. Piştî hatin berdan jî şîdet pêk anîn. Her kesî dît. Jinên mexdurên şîdetê fikarên mezin dijîn. Tevî bertekan qanûn ji meclîsê derbas bû. Em encamên wê dibînin. Encamên wê jî can digire. Mêr kujer e, yanî ji koronayê xetertire. Em li cihên herî bi ewle, yanî li malên xwe di bin tehîdê de ne. Gelek jin li malên xwe şîdetê dibînin. Bi qanûna înfazê re fikar gihiştin asta herî jor.”   ‘Mekanîzmaya jinê biparêze rêxistinbûne’   Ronahiyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin dixwazin ku qanûn bi giştî şûnde bê kişandin û got: “Ev kesên bi zirar didan civakê bi qanûnê re hatin berdan. Di vê pêvajoyê de mekanîzmaya ku jinan biparêze ‘rêxistin, yekitî û têkoşîna jina ye.’ Wekê din tiştekî ku jinan biparêze tune. Ji ber vê divê em hêza paratina xwe ya cewherî îradeya xwe ya cewherî xurt bikin.”