Sonbahar Orak:Pêvajoyê nêzîkatiya li hember girtiyan derxist holê 2020-05-06 09:07:00   AMED - Rêvebera TUAY-DER’ê Sonbahar Orak binpêkirinên mafan ên li girtîgehan vegot û diyar kir ku divê girtiyên siyasî demildest bên berdan û got vê pêvajoyê nêzîkatiya li hember girtiyên siyasî bi awayekî aşkera daniye holê.   Di van rojên ku hemû cîhan li dijî vîrusa korona têdikoşe, girtîgeh jî di nokteyeke krîtîk de ne. Bi sedan girtî li girtîgehan beyî parastin bi hewldanên xwe li dijî vîrusê têdikoşin. Piştî 3’emîn pakêta darazê ket meriyetê tahliyekirina girtiyên edlî dest pêkir û mixabin girtiyên siyasî di pakêtê de cih negirtin. Rêvebera Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Sonbahar Ok binpêkirinên mafan ên li girtîgehan vegot.   ‘Kesên li dijî civakê sûc kiribûn hatin berdan’   Sonbaharê got pakêta darazê ya berê hatibû rojevê di pêvajoya vîrusê de hatiye derxistin û di pêvajoyeke ku saziyên civaka sivîl tevlî nedibûn de hatiye erêkirin û got: “Hikûmetê di pêvajoyeke sînorkirî û qedexeyê de guherîna qanûnî kir. Li gelek welatên Ewropa û cîhanê beyî ku newekhevî bêkirin girtî hatin tahliyekirin. Ya ku divê Tirkiyeyê bikira jî berdana hemû girtiyan bû. Lê mixabin kesên li dijî mirovahiyê sûc kirin, êrîşa zayendî pêk anîn hatin berdan. Çete hatin berdan.”   ‘Ev tê wateya terkirina mirinê’   Sonbaharê bi lêv kir ku pêvajo cidî ye û ger vîrus li girtîgehan belav bibe wê rê li ber mirinan vebike û got: “Pêkanînên kêfî mijara gotinê ne. Vê pêvajoyê nîşan da ku çawa nêzî girtiyên siyasî dibin. Hiqûq tüne ye, yanî hiqûqa dijmin jî tüne ye. Ya ku pêk tê ev e ku; girtiyên siyasî bi awayekî aşkera terkî mirinê kirine. Li gorî agahiyên em ji malbat û girtiyan digirin, binpêkirinên mafan yên cidî tên jiyîn.”   ‘Divê demildest bên berdan’   Sonbaharê got ji ber zextên rayagiştî wezareta dadê neçar ma ku bêje 3 girtî ji ber vîrusê mirine û 120 girtî testa wan pozîtîf derketiye û got: “Ev girtî li nexweşxaneyan razandî ne. Ev rewş ji aliyê girtiyan ve derket holê. Li girtîgeha Riha, Dîlok, Qeyserî, Bunyan û Tarsûsê nîşaneyên vîrusê zêde ne. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Her wiha girtîgeh di warê aborî de jî pirsgirêkan dijîn. Divê alavên paqijiyê, lepik û rûpûş bê pere bên temînkirin lê mixabin li kantînan bi pere tên firotin.”